Berdevkê SKM'ê Vayiç hat girtin 2017-10-24 10:15:34 ENQERE - Berdevka SKM'ê ya ESP'ê Nûrcan Vayiç a 4 roj berê li Hopa hat binçavkirin hat girtin. Berdevka Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM) ya Partiya Bindestan a Sosyalîst (ESP) Nûrcan Vayiç a 4 roj berê li Navçeya Hopa ya Artvînê hat binçavkirin, piştî lêpirsîna li midûriyeta polîsan bi dawî bû sewqî dozgeriye kirin. Dozger jî bi daxwaza girtinê Vayiç sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgehê jî pişti li Îfadeya Nûrcan Vayîç guhdar kir bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kiriye" û "Hewaret" li Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu kiriye der barê Vayiç de biryara girtinê da û şandin Girtîgeha Girtî ya Artvînê.  Hevserê Vayîç Cemil Aksu jî diyar kir ku anî ziman ku tu sûcê hevsera wî tune û li gorî xwe delîl kom kirine.