Baskê Ciwanên AKP’ê Şaredariya Mêrdînê birêve dibe 2017-10-24 10:13:57 MÊRDÎN – Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm hat tayînkirin, gelek endamên Baskê Ciwanan ên AKP’a Mêrdînê hildan kar. Ev kes wek “koma propaganda” Qeyûm Mustafa Yaman dixebitin û mesrefên wan ji aliyê şaredariyê ve tê dayîn.  Wezîrê Karê Hundir di mijdara 2016’an de qeyûm tayinî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê kiribû. Piştî qeyûm hat tayînkirin bi sedan karkerên hemal û kadro ji kar hatin derxistin û gelek yekîneyên şaredariyê hatin girtin. Di şûna karkerên hatin derxistin de endamên baskên ciwanên AKP’ê û kesên nêzî xwe hildidin kar. Miduriyeta Têkiliyên Gel a Şaredariyê yekîneya herî zêde serlêdan kar lê tê kirin. Yekîneya Masa Mêrdînê ya ku di bin banê vê Miduriyetê de hat avakirin heta niha bi dehan kes girtiye kar.    ENDAMÊN BASKÊ CIWANÊN AKPÊ HILDIDIN KAR    Sekreterê Bajêr ê Baskê Ciwanên AKP’a Mêrdînê Esîn Alatekîn û Alîkarê Baskê Ciwanan ê AKP’a Mêrdînê Îbrahîm Homan di vê yekîneyê de hatin bicihkirin. Xwenedkarên Zanîngha Artuklu ya Mêrdînê diyar kirin ku gelek ciwanên li ser navê AKP’ê dixebitin hildane yekîneyên şaredariyê û dixebitin. Her wiha li şaredariyên navçeyên Mêrdînê ku qeyûm hatine tayînkirin jî karkeran digirin kar û di bin banê vê yekînê de dixebitînin.    ‘KOMA PROPAGANDA” QEYÛM YAMAN   Ev kes wek “koma propaganda” Qeyûm Mustafa Yaman dixebitin û mesrefên wan ji aliyê şaredariyê ve tê dayîn. Ev kom bi Miduriyeta Xizmeta Ciwanên Şaredariyê re hevpar dixebitin û her tim ji bo qeyûm Yaman xebat didin meşandin û bernameyên gerê amade dikin. Ev kom ji turîstên xwecihî yên ji aliyê Şaredariyên AKP’ê ve tên veguhezandin li Mêrdînê rêberiyê dikin û ev kom di qursên çand û hunerê yên di bin banê şaredariyê de dixebitin.      KURDÎ ÇÛ OSMANÎ ANÎN   Ev kom li navendên çand û hunerê bi taybetî xebata dayîna dersên Osmanî didin meşandin. Di şûna dersên kurdî ku berê dihatin dayîn de dersên Elmanî, Îngîlîzî û Osmanî didin.