ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2018'AN 2018-09-30 09:00:40   * Li Wanê li ser gora ermeniyan tuwalet, otopark û kabînên cilşixwekirinê hatibûn çêkirin. Wezîrê Çand û Turîzmê ê wê demê Nûêan Kûrtûlmûş gotibû "dê di nav 60 rojî de ev bên rakirin." Lê belê di ser vê daxuyaniyê re 60 roj derbas bûne, hîn jî nehatine rakirin.    * Dê serdema nû ya Meclîsê di 1'ê Cotmehê de dest pê bike. Di rojeva meclîsê de guherîna tuzuka hundur ku tezkereya operasyonên derveyî sînor, pêşnûmaya efûyê û sererastkirinên dengê muxalefetê bitepisîne tê de cih digirin heye.    * Nivîskar Dilawer Zeraq, bi romana xwe ya nû “Bêhna Dara Sincê” bal dikişîne ser guherîn û azadiya mêrê ku ji dîrokê ve bi temamî bi bavkaniyê ve girêdayî û şane bi şane ketiye nav mêr û bi îktîdara xwe ya sunî tim jinê pelçiqandiye û dibêje: “Ji bo ku ew îktîdara çêkirî hilweşe, divê mêrê kurd bi bêhnkirinê pêşî hay ji jina kurd hebe. Hay ji heyîna jina kurd hebe ku jina kurd hêzeke çawa dide. Hêzeke çawa? Hêza hezkirinê.”   * Parêzer Baran Dogan, diyar kir ku wesfa hiqûqî ya pêşnûmaya efûyê ya MHP'ê ne zelal e û got: "Wisa dixuyê hejmara mafyayên li derve ne bes e. Ji bo civakê biçewisînin dixwazin hinekî din jî wê hejmarê zêde bikin. Dê sûcdarêne dlî berdin, ên muxalif jî bigirin."    * Serdema nû ya Komeleya Lêkolînên Kurdî di 1'ê Cotmehê de dest pê dike. Serokê komeleyê zimanzan Samî Tan, ji bo hînbûna zimanê zikmakî herkesî vexwand kursên perwerdehiya ziman.    * Pirtûka rojnamevan Alî Dûran Topûz "Rû û Kûr" ya çîrokên mînîmal, balê dikişîne ser bûyerên dema Serhildana Koçgiriyê û Qirkirina Ermenan û Terteleya Dersimê.    * Wênesaz Hamûd Hêvîjarî tabloyên ku çêdike nafiroşe, diyarî mirovan dike. Hêvîjar, bilêv kir ku divê hunermend wêrekiyê li civakê peyda bike.    * Meclîsa Şaredariya Mezin a Enqereyê sê sal berê biryar dabû ku dê li ber Garê li cihê komkujî lê pêk hat "Bîrhatina Demokrasiyê" çêbike, lê belê hîn jî nehatiye çêkirin. Hat ragihandin ku ji bo bîrhatinê li benda "dîtina" serokomar in. Lê dê malbat ji bo vê serî li Dadgeha Îdareyê bidin.    * Yekem kovara derûnnasiyê ya bi kurdî bi hejmara xwe ya 7’emîn derket pêşberî xwînerên xwe. Bi vê hejmarê sala xwe ya duyem qedand û ket sê saliya xwe. Kovar bi naverokek balkêş li ber destê xwînerên xwe ye.    * Meclîsa Ciwanên HDP'ê ya Amedê dê li Salona Vedat Aydin a Konferansê ya avahiya HDP'ê ya Amedê “Konferansa Em xwe bi rêxistin bikin azad bibin" pêk bînin. Hevserokên HDP'ê jî dê beşdar bibin. (10.00)   * Şaxa Komeleya Çanda Pir Sultan Abdal a Amedê, dê li Cemxaneya Amedê şahiya eşûreyê pêk bînin. (12.00)   * Rêxistina HDP'e ya Mêrsînê dê bi tevlêbûna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan li Salona 33 ya Dawetê 2'emîn Kongreya xwe pêk bînin. (12. 00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ji bo karsaz Osman Kavala bê berdan dê li pêş Girtîgeha Sîlîvrî daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)   * Navenda Giştî ya Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD), piştî rojiya şînê bi dawî bû dê li Kolana Hunerê axûreyê belav bikin. (13.00)    * Komeleya Jiyana Nû ya Edeneyê, dê bi tevlêbûna Hevberdevka HDK'ê Gulistan Koçyigit bi şahiyekê vekin. (14.00)