Cenazeyê Bagriyanik sipartin axê 2018-09-29 16:34:06   DERSIM - Cenazeyê Alî Bagriyanik (Cesur Alî) ê HPG’î yê di şerê li Dersimê de jiyana xwe ji dest dayî li gundê wî Pax hat definkirin.    Li çoltera navçeya Mazgêrda Dersimê di 27’ê Îlonê de, operasyona leşkerî hat lidarxistin û pevçûn rû dabû. Cenazeyê Alî Bagriyanik (Cesur Alî) ê HPG’î yê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da, piştî otopsiya li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê, ji aliyê malbatê ve hat girtin. Malbatê cenazeyê kurê xwe anîn Mala Cemê ya Dersimê û li vê derê merasîma cenaze pêk anîn. Ligel malbat û xizmên Bagriyanik, rêveberên HDP û gelek welatî beşdarî merasîma cenaze bûn.    Girseyê cenazeyê Bagriyanik piştî wacîbeyên olî, anîn gundê Pax ê lê ji dayik bûbû. Bagriyanik li goristina gund hat definkirin û gora wî bi qûrnefîn sor hat xemilandin. Dayika Bagriyanik Sevîm Bagriyanik, bi zêmarên kirmanckî kurê xwe sipart axê.