Pirtûka Demîrtaş û Baluken yên ji Guven re şandin desteser kirin 2018-09-29 15:15:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Pirtuka Selahattin Demirtaş a “Seher” û pirtûka Îdris Baluken a “Uç kirik dal” ku ji Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven re şandin desteser kirin û şandin midûriyeta polîsan.    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê  Leyla Guven, ji 31'ê Çileya 2018'an ve li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtî ye. Tevi ku Dadgeha Bilind parlamenterê CHP'ê Enis Berberoglu berda jî, wekîla HDP'ê Guven hêj girtî ye. Her çend parêzeran xwest Guven jî bê berdan, lê hêj girtî ye. Pirtûkên Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş a “Seher” û pirtûka Parlamenterê HDP'ê yê berê Îdris Baluken a “Uç kirik dal” ku ji Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven re şandin desteser kirin û şandin midûriyeta polîsan. Rêveberiya Girtîgehae Tîpa E a Amedê dest danî ser pirtûkan û pirtûk şandin ji mirûriyeta polisan re.    Keça Leyla Guven Sabiha Temizkan li ser hesabê medya civakî agahî parve kir. Temizkan, li ser hesabê Twitterê agahî da û wiha got: "Pirtûkên ku min ji Dayika @LeylaGuvenkcd’e re şand pirtûka Seher a Selahattin Demirtaş (@hdpdemirtas) û pirtûka Uç Kirik Dal a Îdris Baluken (@idrisbaluken) bêyi ku bidin wê şandin ji mirûriyetae polîsan re."