Serokê Rîsale-î Nur: AKP’ê aliyek dîndariya zalim derxist holê 2018-09-29 14:51:16   RIHA – Serokê Komeleya Rîsale-î Nur Muhammed Salar diyar kir ku di serdema AKP’ê de aliyek “dîndarên zalim” derketin holê û divê misilman rêya rizgariya ji zilmê bibînin.    Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) li Rihayê komxebat li dar dixe. Serokê Komeleya Rîsale-î Muhammed Salar di komxebatê de axivî û got: “Partiyên siyasî têkoşîna siyasî û saziyên mîna KÎD’ê jî divê muxalefeta civakî birêxistin bikin.”    Salar anî ziman ku feraseta otorîter dixwaze muxalefetê krîmînalîze bike û ji ber vê yekê jî têkçûyek sazîbûn pêk tê.    ‘GELO SÛCÊ ZAROKAN ÇI YE?’    Salar bal kişand ser pêkanînên îxtîdarê yên dîn û got: “Hemû pêkanînên xerab di serdema îxtîdar ên ji xwe re dibêjin ‘dîndar’ pêk tên. Li hepsan 700 pidik hene. Gelo sûcê zarokan çi ye? Tirkiye di qada navnetewî de li rêza paş e. Di her warî de Tirkiye li paş e. Herî zêde jî di mijara hiqûqê de di rêza dawî de ye. Tenê ne li Tirkiyeyê li tevahiya welatên îslam rewş di vî halî de ye. Em ne li gorî fermanên Quranê dijîn.”    ‘EM BI FERASETEK ÎSLAMÊ TAKEKES KIRIYE RE RÛ BI RÛ NE’    Salar da zanûn ku saziyek mîna DÎK’ê bibe sazîbûn gellek girîng e û got: “Ji bo li dijî yek ferasetbûnê divê sazîbûn hebe. Em bi ferasetek ku îslamê kiriye takekesî re rû bi rû ne. Niha civakê kirin e du beş. Aliyek ku baweriya bi maf, hiqûq û edaletê heye û aliyek jî heye ku di bin navê dîn de ji têgehên mîna maf, hiqûq û edaletê dûr in. Di serdema vê îxtîdarê de aliyek em jê re dikarin bêjin zilmkar derket holê. Em wek misilmanan çawa ji vê ferasetê rizgar bibin divê em bipirsin.”    Salar destnîşan kir ku divê saziyên mîna DÎK’ê muxalefeta civakî birêxistin bikin û ew bi komcivîn û xebatên bi vî rengî muxalefeta civakî dikarin muxalefeta civakî ava bikin. Salar diyar kir ku ji bo muxalefetê divê rêbaza rast bê bibijêrin û got: “Heke em bêjin em di ‘heman keştiyê’ de ne em ê jî bibin destekê bidin tiştî herî xerab. Em di heman keştiyê de ne lê bes em ne di heman guverteyê de ne.”    Piştî axaftina Salar beşdarvan derbasî beşa geneşiyê bûn.