Li Farqînê jiyana gundan qedexeyê nas nake 2017-10-24 09:45:02   AMED – Bi hatina payîzê re li gundan jî amedariyên zivistanê dest pê kir. Li gundên Farqînê gundî tiriyên nav rezên xwe berhev dikin û dims, bastêq û beniyan çêdikin.    Li gundê Mala Hermo yê bi ser navçeya Farqîna Amedê li aliyekî “qedexeya derketina derve” didome û li aliyekî jî li gel hemû astengiyan jiyan dewam dike û gundî amadekariyên zivistanê dikin. Gundî debara xwe bi karên baxçe, sewalkarî û cotkariyê dikin. Her payîzê li gundê Mala Hermo li ser her malê bastêq tên daliqandin û her mal dims, benî û bastêq çêdike. Hin welatî jî sebzeyan ji bo zivistanê hişk dikin û hin welatî jî darên gûzan dadiweşînin û berhev dikin. Gundiyan behsa amadekariyên xwe zivistanê kirin.    ‘QASÎ TAMÊ ZEHMETÎ JÎ HEYE’    Şêniyê gund Cengîz Odunveren diyar kir ku ew li gund dims û beniyan çêdikin û ew amadekariyên zivistanê dikin. Odunveren destnîşan kir ku serê sibê zû radibin hemû karê xwe dikin. Odunveren da zanîn ku bi qasî tam xweşiya benî, bastêq û dims ew qas zehmetiyan jî dema çêkirinê dikişînin.   ‘EM JI PÎR Û KALÊN XWE HÎN BÛN’    Guler Yalçin jî diyar kir ku ji tirî dims, bastêq û benî çêdikin û îsal tiriyên wan ne baş bûye û salên bihûrî her guşiyekê kîloyek hebû. Yalçin anî ziman ku bastêq, benî û dims berê ji bo mêvanan dihat çêkirin û di kupan de diveşartin. Yalçin got: “Em ji pîr û kalê xwe fêrî vî karî bûn. Çêkirina van tiştan berê pir zehmet bû. Lê niha hinek bêtir hêsantir bûye. Me berê hemû li ser milan dikişand lê niha traktor hene. Tiştên em hişk dikin temam bûye. Piştî vê jî dora çêkirina qeliyê ye.”    ‘QEDEXE GUND ZIVIRANDIYE ZÎNDANA SERVEKIRÎ’    Mehmet Turuncu yê 60 salî jî got ku çêkirina bastêq û dims gelek zehmet e û ji ber her sal ev kar tê kirin ji bo wan bûye kevneşopî. Turuncu diyar kir ku îsal tiriyên wan hemû şewitiye û gelek ne baş bûye. Turuncu da zanîn ku dema tirî baş be dims û bastêq jî xweş derdikeve û ji ber hezkirina jiyana gundan gund naterikîne. Turuncu bal kişand qedexeya ser gund û got: “Ji ber qedexeyê em nikarin biçin nav rezên xwe. Dema em naçin tiriyên me hemû xera dibe. Em li dijî vê qedexeyê ne. Qedexeya gundê me guherandiye zîndanek servekirî.”   MA / Semra Tûran