Li Rihayê şevek bi rageşî 2018-09-29 09:40:21   RIHA - Li Rihayê berî du rojan şer dinavbera yek jê Sûriyeyî du malbatan de şer derket û di şer de du birayên hev Mahmût û Muslum Dag hatin kuştin. Li ser vê yekê şevê din êrîş li dijî mal û kargehên malbatên Sûriyeyî êrîş pêk hatin.    Li Taxa Osmanli ya navçeya Eyyûbiya Rihayê berî du rojan şer dinavbera yek jê Sûriyeyê du malbatan de şer derketibû. Di şerê sedama wê nehat zanîn de, 5 birayên hev Mahmût, Mesût, Mehmet, Mûrat û Muslum Dag birîndar bûn. Mahmût û Muslum Dag li nexweşxanê jiyana xwe ji dest dan. Li ser vê yekê şevê din li dijî mal û kargehên malbatên Sûriyeyî yên li Taxa Dag a navçeya Eyyûbiye û Qada Topçû êrîş pêk hatin.     Komek qerebalix a kom bûn, êrîşî mal û kargehên malbatên Sûriyeyî kirin û di encama êrîşê de gelek mal û kargehan zirarên mezin dîtin. Bûyer heya derengiya şevê jî berdema kir. Ji bo ku bûyer mezintir nebe polîsan dinavbera kolan û cadeyan de bi ava şid û gaza îsotê mûdaxileyê komê kirin. Ji ber gaza îsotê gelek welatiyên derdorê bi bandor bû. Polîsan taxa dorpêç kirin, dikandarên Sûriyeyî jî deriyên dikanên xwe girtin û çûn malên xwe.    Komeke ku li Qada Rabîa ya navenda bajêr kom bûn, hin welatiyên Sûriyeyî girtin û derp kirin. Hat diyar kirin ku di bûyerê de kesekê jiyana xwe ji dest nedaye, lê gelek kes birîndar bûn.