Ji bo Doza Pasûrê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da 2018-09-29 09:09:29 AMED – Li Pasûrê di 24'ê Kanûna 1991'ê de 7 sivîl hatibûn kuştin û 2 jê jî birîndar bûbûn. Têkildarî vê bûyerê der barê 37 leşkeran de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Lê belê piştî ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê lêpirsînê de biryarê neşopandin de, serî li AYM'ê hat dayîn.  Li bejahiya navçeya Solxanê ya Çewligê, di 19'ê Kanûna 1991'ê de helîkopteran kampeke PKK'ê bombeberana kiribû di vê bombeberanê de gelek gerîla miribûn. Dema di 24'ê Kanûnê de cenazeyên gerîlayan anîn navçeya Pasûrê ya Amedê, leşkeran girseyê gulebaran kiribû û di vê gulebaranê de 7 sivîl miribûn û 2 kes jî birîndar bûbûn. Piştî bûyerê 21 sal şûnde der barê 37 leşkeran de lêpirsîn hat destpêkirin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 2'yê Mijdara 2017'an de lêpirsîn temam kir û der barê 37 leşkeran de biryara neşopandinê dabû.    Parêzerê dozê Nîhat Eren, li Dadgeriya Cezayê Sulhê ya 2'yan a Amedê îtirazî biryarê kiribû, lê belê îtiraza wî hatibû redkirin. Piştî vê Parêzer Eren çend meh berê serî Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) da.    Di serîlêdanê de hat destnîşankirin ku der barê bûyerê de lêpirsîneke baş û çalak nehatiye kirin û her çend di ser re gelek sal derbas bûbin jî, bersûc diyar in û tişta hatiye kirin sûc e, lê belê dîsa jî kiryar nehatine darizandin.    Di serlêdanê de hat diyarkirin ku hêzên ewlehiyê bi hêzeke bêrêje bi çekan êrîşî girseyê kiriye û ev yek binpêkirina mafê jiyanê ye ku di Qanûna Bingehîn û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de hatiye diyarkirin. Di serlêdanê de hat gotin ku, der barê bûyerê de lêpirsîneke çalak nehatiye kirin û der barê wê de biryara neşopandinê hatiye dayîn. Her wiha di serlêdanê de ji bo 3 kesên mirin û kesekî birîndar doza 650 hezar lîre tazmînat hat kirin.    MA / Lezgin Akdeniz