'Em ji her demê bêtir xwedî li Birêz Ocalan derkevin’ 2017-10-24 09:32:46 STENBOL – Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê û parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Parêzer Cengiz Çiçek der barê tecrîda li ser Ocalan de diyar kir ku Ocalan 18 salin kêlî bi kelî her saniye tê darvekirin û wiha got: "Her têkoşina Birêz Ocalan mezin dibe, lîstikên der barê jiyana wî de jî zêde dibin."  Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê û parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Parêzer Cengiz Çiçek, anî ziman ku ji sala 1999’an ve bi “Pergal Tecrîdê ya Îmraliyê” tê xwestin ku bi her awayî pêwendiya Ocalan a bi derve re bê qutkirin û mehkûmî tenêtiyeke mutleq bê kirin.    ‘DIVÊ MIROV MANTIQA PERGALA TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ ZANIBE’    Çiçek, dest nîşan kir ku ji roja Ocalan hatiye girtin heta niha şert û mercên Girtîgeha Îmraliyê nehatine guherandin û ev tişt gotin: “Tenê di hin serdeman de erênî yan jî neyînî carinan guherînin biçûk hatin kirin. Lê bi giştî me tespîtek wisa danî, 18 sal in jiyana wî jiyaneke tecrîdê ye. Îro em parêzerên wî, malbat û heyetên serbixwe hay ji şert û mercên wî tune ne. Tişta ku me li Îmraliyê dît, bi gotina wî pergaleke ku ‘her kêliyek wî mehkûmî qefesa mirinê hatiye kirin û her kêliya wê hatiye mehkûmkirin.’” Çiçek gotinên Ocalan “dardakirinê tiştekî 3 deqîqeyî ye. Lê li vir ez her roj, her kêlî, her saniye têm dardakirin. Her kêlî bêhensaetiya mirinê ye” bi bîr xist û got divê bê hesabkirin û tespîtkirin ka “Pergala Tecrîdê ya Îmraliyê” li ser kîjan mantiqê hatiye çêkirin.    Çiçek, anî ziman ku divê nûçeyên ku di demên dawî de dertên û tê gotin Ocalan jiyana xwe ji dest daye jî li ser vê mantiqê esas bê girtin. Çiçek, diyar kir ku di sala 1999’an de , ji ber Ocalan pergala kapîtalîst û pergala netew-dewletê ditengijand, tesfiyekirina wî hatiye xwestin û wiha domand: “Çawa ku di warê fizikî û siyasî de hewl dan wî tasfiye bikin û mantiqa tecrîdê li ser vê yekê danîn, îro mirina wî jî di nav de li hemberî têkoşîna gelên ku ew rêbertiya wê dike ev peyam tê dayîn ‘Heke hûn me zêde bitengijînin, divê hûn ji bîr nekin di dest me de dîlgirtî ye’. Ev têkiliyeke diyalektîkî ye. Her ku têkoşîna ku Birêz Ocalan bi rê ve dibe mezin bibe, wê ev tiştên derbarê jiyana wî de jî tim di rojevê de bin.”    ‘PÊWENDIYA WÎ YA BI GELÊ WÎ RE TÊ TESTKIRIN’    Çiçek, dest nîşan kir ku li hemberî Ocalan “polîtîkaya dîlgirtinê” tê meşandin. Çiçek, got ku 18 sal derbas bûne lê belê dewlet bandora Ocalan a li ser girseyê test dike û wek pêngaveke polîtîk û bîrdozî nûçeyên bi vî rengî dixe rojevê. Çiçek, bi bîr xist ku dema di sala 2010’an de gardiyanan gefa mirinê li Ocalan xwar, serhîldan xwe dan der û ev tişt gotin: “ Pêwendiya Birêz Ocalan a bi gelê wî re tê testkirin. Mantiqa tecrîdê ji hêlekê ve li ser jibîrkirinê hat avakirin. Nikaribûn bi dar ve bikin. Hewl didin hêdî hêdî wî bi girseyan bidin jibîrkirin. Test dikin gelo ka bandora Birêz Ocalan a li ser gelan bandora 18 sal berê ye.”    ‘TEKANE RÊBER E KU DAWÎ LI ŞERÊ ROJHILATA NAVÎN BÎNE’    Çiçek, dest nîşan kir ku wê demokratîkbûyîna Tirkiye û Rojhilata Navîn bi dahurandin û çareseriyên Ocalan pêk bê. Çiçek, got ku ewlehî û tenduristiya Ocalan ewlehî û tenduristiya gelan e û wê tecrîd bi têkoşîna gelan bê rakirin. Çiçek, diyar kir ku Ocalan rêberê hemû gelên bindest ê cîhanê ye û tekane rêber e ku dikare dawî li şerê Rojhilata Navîn bîne.    Çiçek, diyar kir ku ji ber Ocalan di sala 1999’an de li Rojhilata Navîn lîstik xera dikirin, hepsî Îmraliyê hatiye kirin û ev tişt gotin: “Di Şoreşa Rojavayê de hat dîtin ku Ocalan tenê lîstikan xera nake, her wiha leysaz (rastekerê lîstikê) jî. Mudaxileya ku duh li hemberî xerakeriya lîstikan a Ocalan pêk hat, îro jî li hemberî leysaziya wî pêk tê. Dema em îro tecrîd û komployê rojane bikin, ev pênase pênaseyeke zelal e.”    ‘DIVÊ EM XWEDÎ LI OCALAN DERKEVIN’    Çiçek, dest nîşan kir ku îro bi milyonan dengê HDP’ê hene û wiha domand: “Lê em dibînin ku avakarê partiya me di bin tecrîdê de ye. Xwedîderketina li Birêz Ocalan xwedîderketina li partiya me ye. Kes nikare vê yekê înkar bike. Divê em ji bo azadiya Birêz Ocalan bibin xelek. Çawa ku dewlet hewl dide gelan bê bîr bike, divê em jî bereksê wê bîra xwe rojane bikin û ji her rojê bêtir xwedî li Birêz Ocalan derkevin.”