Ozdemîr: Qey DMME hatiye desteserkirin? 2018-09-29 09:05:29 AMED - Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD'ê Nûrî Ozdemîr bertek nîşanî biryara DMME'yê da ku ji bo der barê îşkence û tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de biryara redkirinê da. Ozdemîr, bilêv kir ku bi vê yekê li ber çavê civakê bawerî û bêalîbûna DMME'yê nemaye û got: "Êdî em ê bi awayekî gumanbar nêzî biryarên DMME'yê bibin."  Tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome. Parêzerên Ocalan di sala 2010'an de ji bo îşkenceya di sala 2008'an de li Ocalan hat kirin serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dabûn, lê belê du roj berê dadgehê biryara xwe daxuyand û serlêdana parêzeran red kir. Endamê Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Nûrî Ozdemîr bertek nîşanî vê yekê da.    ‘QEY DMME HATIYE DESTESERKIRIN?'    Ozdemîr, bal kişand ser dîroka damezrandina DMME'yê. Ozdemîr, diyar kir ku dema DMME nû hat damezrandin biryarên girîng didan û got: "Lê belê di demên dawî de çi di warê tecrdîkirinê, çi di warê pirsgirêkên civakiyî û çi jî di warê pirsgirêka kurd de biryarên ku dide dibe sedema gumanan." Ozdemîr bertek nîşanî biryara ku DMME'yê der barê Ocalan de da û got: "Qey ev sazî tenê di hin serdeman de nirxên ku pê bawer e esas digire? Wekî saziyekê qey karektera DMME'yê diguhere? Qey DMME hat desteserkirin."    ‘BÊHIKM E'    Ozdemîr, anî ziman ku ew dizanin li pişt her mekanîzmayeke hiqûqî hêzeke serdest heye û got: "DMME li gel hin biryarên serbixwe, di demên dawî de biryarên ku dide bi piranî li gor berjewendiyên paradîgmaya serdest ." Parêzerên Ocalan 8 sal berê serî lê dan, lê niha biryarê dide û got: "Mirov nizane dê li kîjan hêla vê biryarê binere. Bi rastî jî ji bo me ti hikmeke vê biryarê tune ye."   ‘ÊDÎ EM Ê BI AWAYEKÎ GUMANIYÎ NÊZÎ DMME'YÊ BIBIN'    Ozdemîr, destnîşan kir ku DMME xizmeta siyaseta hegemonîk dike û got: "Divê DMME biryarên wisa nede." Ozdemîr, destnîşan kir ku dibe ku DMME li gorî polîtîkayên Tirkiyeyê biryar dabin û got: "Her çend dewlet bixwazin tesîrê li biryarên DMME'yê bikin jî, lê belê ev yek bi xwe re vî tiştî derdixîne holê; li ber çavê civakê bawerî û bêalîbûna DMME ji holê radibe. Êdî em ê bi awayekî gumanbar nêzî biryarên DMME'yê bibin."    Ozdemîr bal kişand bandora Ocalan a li ser civakê jî û got: "Di rewşên aloziyî de helwest û gotinên Ocalan bêhnê dide civakê. Çi hesb û kitap li pişt vê tecrîdkirinê hene? Divê herkes hay ji vê tecrîda li Îmraliyê hebe. Em bi dîmeneke ku pirsgirêkên civakê nayên çareserkirin re rû bi rû ne. Eger tecrîd dewam bike dê ev rageşî zêdetir bibe."    Ozdemîr, destnîşan kir ku divê mafên hiqûqî yên Ocalan bên dayîn û di serî de Wezareta Dadê bang li hemû rayedaran kir ku divê rojek berî rojekê dawî li tecrîdê bê.