'Îbrahîm Ayhan ji nirxên xwe tawîz nedida' 2018-09-29 09:04:46 RIHA - Şefîka Ayhan, xwişka parrlementerê HDP'î Îbrahîm Ayhan ku li Hewlêrê mir, anî ziman ku birayê wî tiştekî wisa heq nedikir. Her wiha Endamê MYK'a HDP'ê û hevalê Îbrahîm Ayhan ê girtîgehê Omer Onen jî, anî ziman ku wî tu carî ji nirxên xwe tawîz nedaye.  Şefîka Ayhan, xwişka parlementerê HDP'î Îbrahîm Ayhan ku lu bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistana Federe ji ber krîza dil mir, anî ziman ku di asasê xwe de mirina birayê wê tenê ne ji ber krîza dil bûye, kesên li welatê wî sirgûn lê ferzkirin berpirsiyarê vê mirinê ne. Ayhan, bilêv kir ku birayê wê qasidê aştiyê bû û got: "Mixabin li vî welatî nahêlin qasidên aşitiyê bijîn. Kesên wî kuştin, kesên ku dixwazin tim li vî welatî şer, mirin û hêtirên çavan hebin bi xwe ne."    Ayhan, diyar kir ku nehiştine birayê wê li welatê xwe bijî û got: "Birayê min nereviya. cihê çûyê jî welatê wî bû. Belê li wir çênebû û mezin nebû, lê ew der jî perçeyekî welatê wî bû. Sedema çûyîna wî ya wir, ew bû ku têkoşîna xwe li wir berdewam bike." Ayhan, diyar kir ku di demên dawî de streja birayê wê zêde bû û got: "Qet nayê bîra min ku evqasî bisters bû. Gelek kesan jê re got biçe Ewropayê, lê wî guh neda van gotinan. Çimkî nedixwest ji van deran biçe. Ew evîndarê axa xwe bû. Loma nedixwest biçe. Ji ber vê çû Herêma Kurdisatana Federe."    ‘DIVÊ ŞERXWAZ BIÇIN'    Ayhan, anî ziman ku yên bûn sedema mirina birayê wê, dixwazin li welat tim şer û pevçûn hebin û got: "Ji me re dibêjin 'li vira tu mafê we yê jiyanê tune ye.' Ev der ne ê wan e. Divê ew biçin. Em li vir açêbûn, li vira mezin bûn. Koka me ev der e, divê ew biçin." Ayhan bilêv kir ku dema wan çavê xwe vekiriye zilm hebûye û got: "Êdî bes e, bila ev zilm biqede, ma heta kengî dewam bike. Kes nabêje ji bo çî ye ev xweîn, nabêje me ev welat têra herkesî dike. Gotinên mirovan pir in, lê darên hesinî li ber herkesî ye, kes serî ranake. Bila rayedarên dewletê destê xwe deynin ser wijdanê xwe. Ma ne heyf e, ev mirovên hêje di bin axê de dirizin. Bila hema rojekê werin û me guhdar bikin, bila bipirsin ka ev doza çi dikin û çi dixwazin."    Endamê Desteya Rêvebir (MYK) a HDP'ê û hevalê Îbrahîm Ayhan ê girtîgehê Omer Onen jî, anî ziman ku siyasetmedarekî hêja ji nav wan çûye. Onen, diyar kir ku di girtîgehê de ew Ayhan zêdeyî salekê li ba hevdu mane û wî ji ber xebatên wî yên di nava partiyê de nas dike, lê belê wî di sala 2011'an de di Girtîgeha Rihayê de wî ji nêz ve nas kiriye. Onen, anî ziman ku di sala 2011'an de dema ji Girtîgeha Amedê sirgûnî Girtîgeha Rihayê hatiye kirin, ew Ayhan di heman qawîşê de mane. Onen, bilêv kir ku Ayhan di girtîgehê de jêdera moralê ya hevaln bû û tenê ne girtiyên siyasî yên edlî jî bi rêz û hurmet nêzî wî dibûn. Ayhan’ın    ‘DILNIZM BÛ'    Onen, bal kişand ser xebatên felsefîk, polîtîk û wêjeyê yên Ayhan ên di girtîgehê de. Onen, diyar kir ku Ayhan tu carî ji dilnizmiya xwe tawîz nedida û di girtîgehê de çi di hevdîtinên xwe yên bi gardiyanan re çi jî bi yên îdareya girtîgehê re tim bi dilnizmî tev digeriya.    ‘TAWÎZ NEDA'    Onen, destnîşan kir ku Ayhan tu carî ji nirxên xwe tawîz nedida. Onen, diyar kir ku dema di girtîgehê de girtiyên edlî îsyan kirin, agir bi girtîgehê ket û ewilî yê bi hawariya girtiyan ve çûye Ayhan bûye û got: "Wê şevê ji bo xwîn nerije, bi îdareya girtîgehê re tim hevdîtin çêkirin, lê belê tu encam rû nedan. Gelek girtî mirin."