ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2018'AN 2018-09-29 09:00:08 * Şefîka Ayhan, xwişka parrlementerê HDP'î Îbrahîm Ayhan ku li Hewlêrê mir, anî ziman ku birayê wî tiştekî wisa heq nedikir. Her wiha Endamê MYK'a HDP'ê û hevalê Îbrahîm Ayhan ê girtîgehê Omer Onen jî, anî ziman ku wî tu carî ji nirxên xwe tawîz nedaye.    * Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD'ê Nûrî Ozdemîr bertek nîşanî biryara DMME'yê da ku ji bo der barê îşkence û tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de biryara redkirinê da. Ozdemîr, bilêv kir ku bi vê yekê li ber çavê civakê bawerî û bêalîbûna DMME'yê nemaye û got: "Êdî em ê bi awayekî gumanbar nêzî biryarên DMME'yê bibin."    * Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, destnîşan kir ku tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocaln, dibe sedema bêhiqûqîtiyên din ên li welat. Koçyîgît bal kişand ser biryara DMME'yê jî û got, ev tê wateya di şexsê Ocalan de pişta xwe daye gelê kurd.    * Li Şirnexê qadên ku du dema qedexekirinê de wekî "qada birîsk" hatin îlankirin, paşê bi temamî hatin serobinokirin û li şûna wan avahiyên TOKÎ'yê hatin çêkirin. Lê belê şêniyên dixwazin li erseyên xwe xanî çêbikin, 2 sal in ji bo wan destûra nayê dayîn.    * Li Pasûrê di 24'ê Kanûna 1991'ê de 7 sivîl hatibûn kuştin û 2 jê jî birîndar bûbûn. Têkildarî vê bûyerê der barê 37 leşkeran de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Lê belê piştî ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê lêpirsînê de biryarê neşopandin de, serî li AYM'ê hat dayîn.    * Dayikên Şemiyê ji bo li aqbûtea xizmên xwe yên winda bipirsin û ji bo kiryarên wan bên darizandin, dê di hefteya 705'emîn de careke din li Qada Galatasarayê bên cem hev. (12.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan dê bi dirûşmeya "Bila Winda Bên Dîtin, Kiryar Bên Darizandin" dê di hefteya 503'yemîn de li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê çalakiya rûniştinê li dar bixin. (12.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Stenbolê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, dê di hefteya 340'emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya "Rûniştina F" li dar bixe. (13.30)   * Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK), dê li Otela Dedeman a Rihayê, komxebata "Desthilatdariya Îslamperest û Takva" pêk bîne. (10.00- 17.30)