Dayikên Şemiyê: Li aliyekî derb kirin û li aliyekî ziyareta qurbaniyan dike 2018-09-28 14:45:20   STENBOL – Dayikên Şemiyê têkildarî ziyareta Erdogan a peykerê qurbaniyên şer û dîktatoriyê “Neue Wache” ya li Elmanya daxuyanî dan û gotin: “Di demek Dayikên Şemiyê ji aliyê polîsan ve bi tundî tên derbkirin, Erdogan wê peykerê ‘Neue Wache’ ziyaret dike. Em ê ji bîr nekin.”    Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokomar Tayîp Erdogan li Elmanya serdanên xwe dewam dike. Tê gotin dê Erdogan peykerê kesên bûne qurbaniyên şer û dîktatoriyê “Neue Wache” ya li Elmanya jî ziyaret bike. Dayikên Şemiyê yên bûne sembola Qada Galatasarayê ku her roên Şemiyê li aqûbeta windayên xwe dipirsin û edaletê daxwaz dikin û ji hefteya 700’emîn ku çalakiya wan tê qedexekirin, têkildarî ziyareta Erdogan daxuyaniya nivîskî weşandin. Dayikan di daxuyaniya xwe de got: “Di demek Dayikên Şemiyê ji aliyê polîsan ve bi tundî tên derbkirin, Erdogan wê peykerê ‘Neue Wache’ ziyaret dike. Em ê ji bîr nekin.”