Tunç: Em ji bo xwezaya Dersimê bibin dilopek av 2018-09-28 14:37:27   STENBOL - Hunermend Ferhat Tunç, diyar kir ku bi zanebûn daristanên Dersimê dişewitînin û got: “Em hîn zêdetir temaşeyê vê zilmê nekin û ji bo xwezaya Dersimê em bibin dilopek av.”    Navenda Lêkolînên Dersimê (DAM), bi armanca şermezarkirina şewatên daristanên Dersimê, li avahiya navendî ya Beyogluya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk anî. Hunermend Ferhat Tunç û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Ferhat Tunç, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Di tevahiya havînê de, dem bi dem agir bi daristanên Dersimê ketin û bi rojan berdewam kir. Ev hefteyeke carek din şewata daristanan dest pê kiriye. Şewata di meha Tebaxê de rû da, ji aliyê dildarên xwezayê ve hat vemirinadin. Lê kesên bi çavên neyartiyê li xweza û daristanên Dersimê mêze dikin vale nesekinîn. Şewat hîna jî li derdora Çiyayê Zel, herêmên Harsî, Arekî, Zargovît û Ahpanos berdewam dike û belav dibe. Dîsan di 27’ê Îlonê de me agahî girt ku li gundê Keleha Mazgêrdê û herêma Geban şewat derketiye.”   'ENCAMA POLÎTÎKAYÊN BI ZANEBÛNE'   Tunç, anî ziman ku şewata li Dersimê bi awayekê hemxwest rû dide û wiha bilev: “Ev encama polîtîkayên bi zanebûne. Bi hinceta operasyon û ewlekariya taybet daristan tên şewitandin. Dema miftî li mala cemê ya amîrên mulkî li loqima Mûherremê belav dikir, heremên herî pîroz ên Dersimê dişewitîn.”   Tunç, bang li ronakbîr, hunermend, raya giştî û hawirparêzan kirin û wiha got: “Em hîn zêdetir temaşeyê vê zilmê nekin û ji bo xwezaya Dersimê bibin dilopek av.”