Di doza KCK’a Stenbolê der barê 18 kesan de biryara girtinê 2018-09-28 13:07:29   STENBOL – Di “Doza KCD’ê ya Stenbolê” de ku 205 siyasetmedar jê tên darizandin de der barê 18 kesan de biryara girtinê hat dayîn.    Di çarçoveya “Doza Sereke ya Stenbolê ya KCK’ê” danişîna 13’emîn a 205 siyasetmedarê jê tên darizandin li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Çaglayana Stenbolê hat dîtin. Di dozê de hin siyasetmedarên ne girtî û parêzer amade bûn. Ahmet Yilmaz ê wê demê rêveberê BDP’a Stenbolê bû û niha ji dozek din girtî ye jî di dozê de amade bû.    Di danişînê de Yilmaz parastina xwe kir û got: “Em dizanin li vî welatî qirkirina siyasî heye. Girtinan asayî dibînim. Heke edalete rasteqîn hebûya wê sûcdarî bi awayek şênber derketina pêşberî me. Me cihek teqand na. Me tenê siyaseta demokratîkirina Tirkiyeyê birêve bir. Me xwest em bi zimanê dayika xwe biaxivin û xwedî li çand û nasnameya xwe derkevin.”    'DOZGER Û DADGERÊN BERIYA WE DI GIRTÎGEHÊ DE NE’    Rêveberê BDP’ê yê wê demê Ahmet Taşkaya jî bi kurdî parastina xwe kir û got: “Dozger û dadgerên beriya we niha hemû di hepsê de ne. Van dosyeya li pêşiya we hemû wan dozger û dadgeran amade kir. Ev jî dide nîşandan ku ev dosye û îdia çiqas bê bingehin.”    Rêveberê BDP’ê yê demê Vahît Onat jî destnîşan kir ku darizandin bi li dijî hiqûqê û bi fermana siyasî pêk tê û got: “Ev darizandin, darizandinek qirkirina siyasî ye.”    Parêzer Sînan Zincîr jî parastina miwekîlên xwe kir û xwest ên îfadeyên wan nehatine girtin di şûna “biryara girtinê” ji wan re tê derxistin bila biryara “bi darê zorê anîn” bê derxistin.    Parêzer Sennur Bayboga jî daxwaz kir ku biryara girtinê ya der barê Ragip Zarakolu hatiye dayîn bê rakirin.   Heyeta dadgehê got ew nêrîna wezareta dadê ji xwe re rast dibîne û daxwazên parêzeran red kir.    DER BARÊ 18 KESAN DE BIRYARA GIRTINÊ    Piştî navberê heyeta dadgehê der barê Bîrgul Arvas, Bulent Çakici, Cengîz Koçak, Cuneyt Ozîl, Çetîn Ergîn, Gokçem Gokberk, Burhanettîn Toprak, Hakan Soytemîz, Îbrahîm Siyahkara, Îhsan Elîaçik, Mustafa Îpek, Mustafa Polat, Yasîn Emektar, Yasîn Yalçin, Zekî Şahîn, Muzaffer Yaşar, Osman Aslan û Suna Varsak de ji bo îfadeyên wan bê girtin biryara “girtinê” derxist.    Her wiha heyetê der barê Ragip Zarokolu de jî xwest biryara lêgerîna “bultena sor” dewam bike û dozê taloqî 30’ê mijdarê kir.