Kesekî din li Rihayê xwest ji ber krîza aborî xwe bişewitîne 2018-09-28 11:51:31   RIHA - Li Rihaye karkerê Midûriyetea Reforma Çandiniyê Abdullah Çalişkan, ji ber krîza aborî hewl da xwe bişewitîne. Lê hevalên wî destûr nedan. 9 roj berê li qada Topçu ya Rihayê dîsa Îbrahîm Emektar benzîn li xwe kiribû û xwe şewitandibû.    Li Rihayê, Karkerê 50 salî yê Midûriyeta Reforma Çandiniyê Abdullah Çalişkan, bi sedema krîza aborî hewl da xwe bişewitîne. Çalişkan li baxçeyê midûriyetê sotemenî li xwe kir û xwest xwe bişewitîne. Lê hevalên wî yên li der û dorê bi wî girtin û destûr nedan xwe bişewitîne. Hevalên Çalişkan, piştî ew asteng kirin ew rakirin nexweşxaneyê.    Di 20'ê îlonê de jî ciwanê 28 salî Îbrahim Emektar li Qada Topçu agir berdabû bedena xwe. Li Qada Topçu ya Rihayê dema şaredar û parlamenterên AKP'ê aşûre belav dikir, Emektar ê li kar digeriya, ji şaredar û wekîlên AKP'ê kar xwestibû. Emektar ê bersîva neyînî ji şaredar û wekîlên AKP'ê girt, benzîn li xwe kir û agir berdabû bedena xwe. Emektar rakiribûn nexweşxaneyê û rizgar kiribûn. Emektar niha li Nexweşxaneya Turgut Ozal a Meletiyê tê dermankirin.