Parlamenterên HDP'ê: Biryara DMME'yê biryara hişmendiya serdest e 2018-09-28 11:09:52   ENQERE - Parlamenterên HDP'ê bertek nîşanî biryara DMME'ê dan û diyar kirin ku DMME xwe înkar dike û ev biryar bi tu awayî nayê qebûlkirin. Parlamenteran anîn ziman ku biryara DMME'yê biryara hişmendiya serdestan nîşan dide.    Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, serlêdana ji bo îşkence û pêkanîn xirab ên li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li DMME’ê kiribû. DMME'yê serlêdan red kir. Parlamentera HDP’ê Huda Kaya û Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, ji Ajansa Nûçeyan a JIN (JINNEWS) re axivîn û bertek nîşanî biryarê dan û diyar kirin ku ev yek nayê qebûlkirin. Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Prz. Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku biryara DMME’ê ya redkirinê tê wateya ku xwe înkar dikin û got: “Bi tu awayî ev nayê qebûlkirin. Tecrîdkirina Ocalan a niha li girava Îmraliyê pêk tê di tu rêbaz û pîvanên hiqûqê de cih nagirin. Ev encama biryara siyasî ya li ser şexsekî ye. Tecrîd teqez rêbazek îşkencê ye. Ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ve jî redkirin vê rastiyê naguhere.”   ‘DMME JI HIQÛQÊ DÛR KETIYE'   Parlamenter Meral Daniş Beştaş, destnîşan kir ku biryarên di demên dawî de DMME dide divê bikevin bin kontrolê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “DMME’yê alî guhertiye. Dîreksiyona xwe ji hiqûqê dur xistiye. Mixabin Dadgeha Mafêm Mirovan a Ewropayê ji felsefa damezrandin û armanca xwe dûr ketiye. Ger welatên endamên Ewropayê di vî alî de daxwaza wan tunebe, di vê biryarê de ne hevpar dibin divê teqez bibin xwedî helwest.”   'EV BIRYAR NAYÊ QEBÛLKIRIN'   Beştaş, da zanîn ku serlêdana di 2010’an de hatiye kirin bersiva neyînî hatiye dayîn û ev jî bêcîdiyetiyek mezine û got: “8 sal şûnde îşkenceyê nake rojeva xwe û îfadekirina vê jî nabe. Ne mumkune em vê biryarê qebûl bikin. Ji sala 2010 pêşketinên cidî hatine jiyîn û divê ev pêşketin li ber çavan bên girtin. Birêz Ocalan ji 5’ê Nîsana 2015’an heta niha bu awayî hevdîtinê pêk nayne û tenê hiştine bi birayê xwe re hevdîtinê bike. Em niha tu agahiyê jê nagirin. Gelo li Îmraliyê çi dibe? Rewşa tenduristiya wî çiye? Hikûmet di vê mijarê de çi dike? Îmralî kirine wek qutiyekê.”   Beştaş di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku pêwiste DMME, DDB û hemû mekanîzmayên darazê vê rewşê li gorî îçtîhatên xwe binirxîne û ev di bin berpirsyarî û peywira DMME’ê de ye û wiha bi dawî kir: "Ev biryar şerma herî mezin a sedsala me ye. Mekanîzmayên navneteweyî û dadgehên siyasî di encama polîtîkayên li hemberî Gelê Kurd de van biryaran didin. Ev biryar girêdayê geşedanên li Tirkiye û Rojhilata Navîn tên jiyîn. Ji ber Birêz Ocalan ne girtiyekî ku tenê xwe temsîl dike ye. Divê ev neyê jibîrkirin.”   ‘DMME BIRYARA ZIHNIYETA SERDEST PARASTIYE'    Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya jî bertek nîşan da û got ji bo serlêdana di 2010’an de hatiye kirin di 2018’an de bersiv tê dayîn û evd jî garabetek hiqûqî ya cudaye û wiha got: “Em wê jî bihêlin. Niha hatine asta biryar dayînê. Tenê vê li ber çavan bigirin, wê mexduriyeta tê jiyîn, binpêkirina maf û pratîka îşkencê wê bibînin. Piştî pêvajoya çareseriyê şûnde hemû têkiliyên pêre hatin birîn û ev jî bi tena serê xwe sûcê mirovahiyê ye. Tenê em ji pratîkên çend salên dawî derkevin rê, ger ev biryar bidana wê binpêkirin û îşkence bidîtana. Biryara DMME’ê mîkana piştevaniya serdestan a polîtîke. Ev biryar li gorî krîterên nirxên gerdunî û mafê mirovan nîne. Emê di alî hiqûqî de vê pêvajoyê bidomînin. Divê demildest dest ji vê polîtîkayê berdin. Divê hevdîtinên bi Birêz Ocalan re pêk bên.”