Ciwanekî kurd li dijî tecrîdkirina Ocalan xwe şewitand 2018-09-28 10:48:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Îngostad ê Elmanyayê ciwanê Kurd Umît Acar li dijî tecrîdkirina Ocalan xwe şewitand.    Li gorî agahiyan, ciwanê Kurd Umît Acar li bajarê Îngolstad ê Elmanyayê agir berda bedana xwe. Xizmên wî agahî dan û diyar kirin ku Acar 3 sal in li Îngolstadê dijî û ji bo protestokirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Ocalan û hatina Erdogan a Elmanyayê, desteka rejîma Elman ji bo Tirkiyeyê agir berdaye bedana xwe. Xizman da zanîn ku Acar di sala 1990'an li Kozlûk a Êlihê ji dayikbûyî û li herêma bi daristan a nêzî malê xwe şewitandiye.