ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2018'AN 2018-09-28 09:00:01 * Li Colemêrgê welatiyên bi sewalkariyê debara xwe dikin, bi hatina payîzê re dest bi amadekariyên zivistanê kirin. Gundiyan, giyayê ku di biharê de berhev kirin anîn gundan û bi awayekî palûteyî gihayan di patosê de dihêrin.  * Mazlûm Acaz, diyar kir ku kesên xwe wekî polîsan didin naskirin wî bi telefonê nerihet dikin û sîxurtiyê lê ferz dikin. Acaz diyar kir ku wî serî li ÎHD'ê daye. Acaz, got ji ber vê ew û  derdora wî diqilqilin.   *  Li navçeya Wêranşarê DEDAŞ zêdeyî salekê ye xetên ceryanê nexistine bin erdê û ji ber vê rojê 6 saetan ceryana navçeyê tê qutkirin. Şêniyên navçeyê bertek nîşanî vê yekê dan û gotin, 4 meh e fatûreyên wan ên ceryanê ji sedî sed hatine zemkirin.    * Welatiyekî ku ji Girtîgeha Tîpa F a Sincanê derket, diyar kir ku gardiyan xwarinê di mazgalê de davêjin cem girtiyan û got: "Di gelek girtîgehan de mam. Lê tiştên min li Girtîgeha Sincanê dîtin, min li tu derî nedîtin."   * Parêzer Mazlum Dînç, redkirina DMME ya serlêdana îşkence û mûameleya xerap a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û got : “Biryara DMME’yê encama bazarên siyasiye. Êdî DMME jî bû parçeyekê îşkenceya li Îmralî tê meşandin.”    * Esnafên li Amedê diyar kirin ku kîloya çayê ji 35 lîreyan bûye 70 lîre, 5 kîlo ava firingiya ji 20 lîreyî bûye 50 lîre, dermanê cilan jî ji 35 lîreyan bûye 55 lîre. Esnafan got, welatî niakriun lazmatiyên xwe bikirin.    * Seroka ANAP'ê ya berê û aborînas Prof. Dr. Nesrîn Nas bal kişand ser polîtîkayên hikûmeta AKP'ê û diyar kir ku dê zextên li ser civakê zêdetir bibin. Nas, anî ziman ku Bernameya Aboriya Nû ne rasteqîn e û dixwazin heta hilbijartina herêmî aboriyê baş bidin xuyakirin.    * Danişîna doza cînayeta Rojnameger Hrand Dîng a li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê dê bidome. (10.00)   * Meclîsa Jinê ya HDP'ê dê li navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê pêk bîne. (10.00)   * Danişîna doza KCK'ê ya Sereke ya li Stenbolê dê li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)   * Danişina doza li xizmetkarên tenduristiyê ku xizmet biribûn birîndar û nexweşên li Cizîrê û doz li wan hatibû vekirin dê li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê bê dîtin. (10.00)   * Baroya Amedê dê Tahir Elçî li ber Edliyeya Amedê bibîr bînin û ji bo wî edaletê bixwazin. (13.30)