Buroya Hiqûqê ya Asrînê: DMME'yê tecrîd rewa kiriye 2018-09-27 16:41:38     NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) di doza êşkencekirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de diyar kir ku ‘têra xwe delîl’ tune. Buroya Hiquqê ya Asrinê diyar kirin ku DMME bi vê biryare tecrîdê rewa dike.    Derketibû holê ku di Kewçêra 2008’an de gardiyanên Girtîgeha Îmraliyê di dema lêgerîna hucreyê de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi darê zorê ji odeya wî derxistine û êşkence li wî kiribûn. Piştî ku li Tirkiyeyê saziyên rayedar lêpirsîn û cezakirina vî tiştî red kirin, doz di sala 2010’an de çûbû Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê. DMME di dozê de biryar da ku têkildarî êşkenceyê ‘têra xwe delîl’ tune. Dozgerên dozê ‘rojên aloz’ û ‘hestiyariya’ wê demê wekî hincet nîşan dan. Hate diyarkirin ku ‘divê serlêder şopên ji êşkenceyê mane’ wekî delîl karibin nîşan bidin. Di dozê de delîl tê nîşandan ku Ocalan ji ber ku kesekî zana ye, nabe ku êşkence lê hatibe kirin. Hate îddîakirin ku Ocalan giliyê vê meseleyê li rêveberiya girtîgehê nekiriye û tê gotin ku ji Gulana 2007’an û vir ve têkildarî miamelea xerab agahî nedaye.   Di serlêdana parêzerên Ocalan de DMME biryar da ku divê giliyê êşkencekirinê were redkirin. Di biryarê de tê diyarkirin ku maf û azadiyên Ocalan jî nehatine binpêkirin.   BUROYA HIQUQA ASRÎNÊ DMME HINCET JI PARASTINA HIKÛMETÊ GIRTIYE   Buroya Hiqûqê ya Asrınê jî der barê biryara bi hincet a DMME'ê de agahî da û wiha got: “DMME'ê biryara bi hincet ji parastina hikûmetê girtiye û daye. Biryara DMME'ê di heman demê de tecrîda li Îmraliyê rewa dike. DMME'ê wekî dewletê biryar daye û helwesta dewletê nîşan daye. DMME'ê li şûna mafên mirovan biparêze, ji erk û peywira xwe dûr biryar daye. Bi vê biryarê tecrîd û tundiya li ser Ocalan rewa dike.  Birêz Ocalan ji sala 1999'an de di bin tecrida giran deye.  DMME'ê Armumanên hikûmetê wekî wê qebûl kiriye. Lê muwekilê me xwestibû ku ev mijar bê lêkolînkirin û ronîkirin. Di lehê dewletan de parastin kiriye. Yên Birez Ocalan bi xwe guhdar kirine der barê şertên wî yên fîzîkî û muameleyên xwera de bi xwe bûne şahid. EV biryar li dijî rêgaza bê aliyê ye. CPT jî berê gotibû ku pêwiste hekîmên bêalî û serbixwe biçin kontrolê. Lê daxwaza ku TTB ziyaret bike û kontrol bike nehatiye dayîn.    BIRYARA DMME WIHA YE:    “Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi erêkirina piraniya dengan re serlêdana têkildarî doza Ocalan a Tirkiyeyê serlêdan red kir û destnîşan kir ku serlêdan ji delîlên têrker bêpar e. Ev biryara talî ye. Doz têkildarî angaştên ku Abdullah Ocalan di dema lêgerîna hucreyê ya di sala 2008’an de rastî pêkanînên xerab hatiye, hatiye vekirin. Ocalan di sala 1998’an de beriya ku bê girtin, rêberê PKK’ê bû.   DMME’yê tesbît kir ku di 7’ê cotmeha 2008’an de Abdullah Ocalan rastî pêkanîna xerab a xebatkarên girtîgehê ku îhlalkirina xala 3’yemîn a peymanê ye, nehatiye.  Bi taybetî jî di roja ku bûyer qewimî û di rojên piştre de Abdullah Ocalan ji hêla çend bijîşkan ve hatiye dermankirin û dadgehê tu pirsgirêkên fîzîkî yên weke birîndarkirinê yan jî pirsgirêkên zîhnî tesbît nekirine. Serlêder bi xwe jî qala rewşeke wiha nekiriye. Her wiha Ocalan bi xwe jî ne ji rêveberiya girtîgehê re û ne jî ji dozgerê berpirsê girtîgehê re tu gilî nekirine.   Serlêder Abdullah Ocalan, di sala 1949’an de ji dayik bûye û weke hemwelatiyekî Tirkiyeyê di Girtîgeha Îmraliyê de tê girtin. Di 21’ê cotmeha 2008’an de, 2 parêzerên Ocalan û 236 girtiyan bi îdiaya ku Ocalan di 7’ê cotmehê de di dema lêgerîna hucreyê ya li Girtîgeha Îmraliyê de rastî îşkence û gefên gardiyanan hatiye, serî li Dozgeriya Bûrsayê dan. Her wiha ji bo piştgiriya bi Ocalan re, li başûrê rojhilat û rojhilatê Anatoliyayê çend çalakî û protesto hatin lidarxistin. Piştre jî têkildarî midûrê girtîgehê û gardiyanan lêpirsîna disîplînê hatiye destpêkirin lê piştre lêpirsîn nedomiya. Dozgerê Komarê yê Mudanyayê jî di çileya 2009’an de bi hinceta ku Abdullah Ocalan rojane ji hêla bijîşkên pratîsyen ve tê dermankirin, bi awayekî rêk û pêk ji hêla psîkyatrîst û pisporan ve tê dermankirin û di van hevdîtinan de têkildarî pêkanîneke xerab tiştek negotiye, serlêdana sûc red kir.   Her wiha dozger, di raporên tibbî de rastî pêkanîneke xerab nehatiye. Serlêdana temyîzê ya parêzerên Ocalan, di tîrmeha 2009’an de ji hêla Dadgeha Cezayên Giran a Yalovayê ve hatiye redkirin. Di vê navberê de daxwaza parêzerên Abdullah Ocalan a tedbîrên ku ewlehiyê muwekîlê wan mayînde dike, ji hêla dadgerê înfazê ve hate redkirin. Her wiha parêzeran ji bo vekirina lêpirsînê serî li Komîsyona Lêpirsîna Mafên Mirovan a TBMM’ê da lê komîsyonê îdia kir ku Ocalan xwestiye bûyera heyî ‘neyê mezinkirin’ û ji ber vê sedemê serdana xwe ya ji bo Girtîgeha Îmraliyê betal kiriye.   Serlêdan di 2’yê adara 2010’an de pêşkêşî DMME’yê hat kirin.   Serlêder, dibêje ku di dema lêgerîna hucreyê de rastî pêkanîna xerab a fizîkî û devkî hatiye. Di çarçoveya binpêkirina xala 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) de jî gilî kiriye. Serlêder ji bêbandoriya lêpirsînên têkildarî giliyên wî yên li gorî xala 6’emîn (mafê darizandina adilane) û xala 13’emîn (mafê serlêdana bibandor), gilîdar e. Dadgehê, biryara lêkolînkirina gilî tenê li gorî xala 3’yemîn daye.   Her wiha serlêder di çarçoveya xala 2’yemîn (mafê jiyanê) a peymanê de, ji gefên kuştinê yên xebatkarên girtîgehê gilîdar e. Her wiha serlêder li gorî xala 14’emîn (qedexekirina cudakariyê) îdia dike ku ji ber nijada xwe rastî cudakariyê hatiye."   Têkildarî mijarê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, li dijî biryara DMME’yê ku serlêdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan red kir, helwest nîşan da û got ev biryar nêzîkatiya Ewropayê ya li dijî kurdan nîşan dide.     RABIRDUYA DOZÊ   Doza li DMME’yê 2008’an dema ku li hucreyê digeriyan êrîş û gefa li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkildar dike. Cotmeha 2008’an parêzerên Oocalan û 236 girtî bi sedema ku Ocalan êşkence ditiye û gefa kuştinê lê hatiye xwawrin serî li dozgeriya Bursayê dabûn.   Parêzerên Ocalan 18’ê Cotmeha 2008’an dema ku daxuyaniya çapameniyê dabûn, gotibûn, ‘’Odeya Ocalan bi hinceta ‘lêgerîn’ê ji hêla peywirdarn ve hatibû belavkriin.  Ocalan derxistibûn derve, birin odeya li rex odê, dema ku îtîraz kiribû, jê re gotibûn, ‘hiş be, tu nikarî biaxviî, heqê te tine ku yek gotinê jî bibêjî’, du peywirdar ketine bin çengê wî, peywirdarek jî zora fizîkî bi kar aniye, ji pişt ve êrîş biriye ser û ber bi jêr ve daye tewandin. Ev rêbaza êşkenceyê ye. Dema ku Ocalan li dijî vê miemeleyê gotî, ‘’li şûna vê bikin min bikujin baştir e’’, peywirdarekî gotiye, ‘’wê dora wê jî were’’ û bi  rengekî vekirî gefa kuştinê lê xwariye’’.   Piştî ê êrîşê bi rojan çalakiyên protestoyê hatin kirin. Li ser vê, li ser du qerdiyanên ku êrîş birin ser Ocalan lêpirsîna disîplînê hate vekirin lê bêecan ma. Dadgeha Cezayê ya Yalovayê jî Tîrmeha 2009’an serlêdan red kir. Li Tirkiyê  ti saziyeke hiqûqî ku li şertên Iımraliyê vekole, tine.   Di serlêdanê de ya 2'yê Adara 2010'an hate gotin xala 2'yan a Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê ya têkilî mafê jiyanê, qedexeya êşkenceyê, xala 3'yan a têkilî mafê darizandina dadî, xala 6'an, xala 13'an a ku mafê serlêdana hîkar vedihewîne û xala 14'an a qedexeya cihêkariyê, hatine binpêkirin.   DMME Û CPT DEST DANE HEV   Bi taybet di demê dawî de bêdeniya welatên Rojavayî  û rêxistinên navneteweyî ya li hember tecrîda li Îmraliyê, bi biryara Îmraliyê re hatiye piştrastkirin. Konseya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya girêdayî Konseya Ewropa (CPT) li şûna ku mercên heyî tesbît bike têkildarî serdana berî du salan kiribû rapor.   Li gorî rapora CPT’ê ya Nîsan 2016’an, di mijara têkiliyên Ocalan û girtiyên din ên derver re fikar anîbûn ziman, diyar kiribû ku her diçe ev rewş xirabtir dibe. CPT’ê bang li rêveberên Tirkiyeyê kiribû ku dema ku girtî bixwazin divê tedbîrên serdanê yên malbat û parêzeran bên afirandin. Tevî vê jî hemû daxwazên di raporê de hatibûn bicihkirin ji aliyê dewleta Tirk ve nehatin pêkanîn.   CPT a ji aliyekê bi rapora parvekirî tecîrd û mercên der mirovî yên li Îmraliyê meşzrû dike, biryara slaên borî ya DMME’yê sûd da bêdengbûyîna navneteweyî. DMME’yê bi biryara dawî diyar kiribû ku rejîma faşîst a  li Tirkiyeyê her diçe civakî dibe û lêgerîna başkirina têkiliyên ji nû ve ya Ewropa ya li gel Serokkomarê Tirk Erdogan rastî vê pêvajoyê tê.   DMME’yê bi biryareke xwe ya Adara 2014’an agahiyên parêzeran a sal 2007’an a ‘Li girtîgehê hatiye jehrdan û hêdî hêdî tê kuştin’ ya li ser dosyayê hatî zêdekirin jî pişta xwe da raporên tibî yên hikûmeta Tirk û belgeyên CPT’ê ev jî red kiribû. Ev serlêdan sala 2003’an hatibû kirin. DMME’yê biryara mijara gotinê piştî sala 2009’an a şertên girtinê diyar kiribû ku bi Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê (PMME) dibe yek. Pirsa tecrîd çawa li mafê mirova dibe yek, hê jî di jiyanê de cihê xwe digire.   TECRÎD TÊ MEŞRÛKIRIN   Biryara DMME’yê di demek rapora CPT’ê hate eşkere kirin de, tecrîda girankirî ya li ser Ocalan ku di demeke herî zêde tê kûrkirin de tê îfadekirin. Ji sala 2011’an ve ti hevdîtin bi parêzeran re nehatiye kirin, ji Nîsana 2015’an û vir ve jî têkiliyên Ocalan bi cîhana derve re hatiye qûtkirin.   Serlêdana dawî ya meha Îlonê ya malbatê ya ji bo Oclana jî bi hinceta cezayê disiplînê jî hatibû redkirin.  Serdozgeriyê serdana malbatê bi cezayê disiplînê ya 14’ê Îlonê ji aliyê Saziya Disiplînê ya Midûryeta Saziya Înfaz û Ceza ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê ve hatî dayîn red kir. Têkildarî cezayê jî ne malbat û ne jî parêzer agahdar kirin.