Dayika ku nekarî deynê dibistanê bide rastî 3 meh ceza hat 2018-09-27 15:14:04   ANTALYA - Li Navçeya Manavgatê ya Antalyayê Deniz Çavuş a ji ber keça xwe şandibû lîseya taybet û nekaribû  7 hezar tl deynê lîseya taybet bide, rastî 3 meh ceza hat. Çavuş a bi sedema taahhuda deyn îmze kiribû û nikare deynê dibistanê bide rastî ceza hat û ger ku vi pereyî nede dê 90 rojan li girtîgehê derbas bike.    Li Navçeya Manavgatê ya Antalyayê dayika 46 salî Deniz Çavuş, ji bo serdema hîndekariya 2015- 2016'an keça xwe N.K., şand Lîseya Taybet. Deniz Çavuş ku baweriya xwe bi karê dikana xwe ya alavên diyariyan anî û taahhud îmze kir, ji ber kar nekir û qezenca wê ji dikanê çênebû, nekaribû deynê dibistanê bide. Denîz Çavuş ku karê wê yê dikanê sekinî û wekî din hatina wê tune bû, bû deyndarê liseyê. Çavuş ku ji ber hecizek din maşîne û mala xwe ferot, nekarîbû 7 hezar tl deynê lîseyê jî bide û ceza jêre hat. Keça Deniz Çavuş, N.K., ku kez ezmûnê Beşa Civaknasiyê ya Zanîngehae Suleyman Demirel a Îsparta qezenç kir. Lê dema dayik û bav çûn dîplomaya keça xwe ji dibistanê bistînin ji ber deyn dan bûn, rayedarên lîseyê diyar kirin ku dê dîplomaye nedin. Li ser ve yekê Deniz Çavuş, çû lîseyê û taahhut imze kir û keça xwe li zanîngehê qeyd kir. Ji ber ku nekarîbû pere bide 3 meh ceza lê hat birîn. Deniz Çavuş ku niha keça wê diçe pola 3'emîn ger ku heta hefteyekî deynê xwe nede dê bê girtin.      Çavuş, anî ziman ku ji bo keça xwe ne 3 mehan, hewce be dê 10 salan li girtîgehê razê.