Parêzer Karasû: Ger ez paşve gav bavêjim, ezê erka zarokên xwe pêk neyinim 2018-09-27 14:10:31   ESKÎŞHÎR - Parêzer Heval Yildiz Karasû ya li Eskîşehîrê rastî êrîş û gefan hat, diyar kir ku hemû kes dibêjin ‘du zarokên te hene, baldar be’ û got: “Min soz daye zarokên xwe ez welatekê hîn baştir ji wan re bihêlim. Ger ez îro paşve gav bavêjim, ezê nekarin erka li hemberî zarokên xwe pêk bînim.”   Kes, an jî kesên nasnameya wan ne diyar roja 25’ê Îlonê êrîşa biçek li dijî buroya Parêzer Heval Yildiz Karasû ya li Odunpazari ya Eskîşehîrê pêk anîbûn û li ser diwarê buroya wê “Em li Odunpazari HDP’iyan naxwazin” nivîsandi bûn. Karasû weke parêzerên doza Alî Îsmaîl Korkmaz, Şerzan Kurt û 10’ê Cotmehê tê naskirin. Karasû, derbarê êrîşa li dijî wê pêk hat de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî   'EDALET TUNEYE'   Karasû, diyar kir ku Odunpazari ji ber ku herêmek dîrokiye berî du mehan li wê derê bi cih bû û wiha got: “Berî 2 hefteyan min lewheya xwe bi buroyê ve kiribû. Ez Serokatiya Komelaya Xwendekar û Weliyan dikim. Piştî serdema perwerdê destpêkir me belavok belav kirin. Ez di Partiya Emekê (EMEP) de bi awayekê aktîf dixebitim. Di konsepta welat a heyî de mirovan pir zûda cuda dide nîşandan û zemînê vê yekê jî amadeye. Di heman demê de Serokê Şaredariya Odunpazarê Kazim Kurt hevalê min e. Ew bi xwe CHP’i ye, lê bi ser HDP û nasnameya  wî ya Elewîtiyê êrîşî wî jî kirin. Wisan tê fikirandin ku min wî aniye vê derê.”       ‘DU KEST HATIN BINÇAVKIRIN’   Karasû, da zanîn ku polîsan derbarê bûyerê  de lêpirsîn dan destpêkirin û wiha bilêv kir: “Ger bixwazin dikarin bibînin. Lê polîsan j imin re gotin ‘Me dîmen lêkolîn kirin. Du kes binçav kirin. Li mala wan me lêgerîn pêk anî, lê me tiving nedîtin. Di destê me de delîl tuneye.’ Di lêpirsîn de hîna tiştek zelal tuneye. Ez berê rastî tu bertekan nehatime.  Piştî bûyerê jî tu bertekên neyînî li hemberî min nehatin dayîn. Li wê herêmê gelek komele hene û ezê jî bi înat li wê derê bimînim. Ger êrîşên wan berdewam bikin, welatiyên taxê dê bertekê nîşanî wan bidin.”   ‘DIXWAZIN MIN ÇAVTIRSANDÎ BIKIN’   Karasû, destnîşan kir ku ji ber parêzertiya karkeran, xwendekaran, Alî Îsmaîl Korkmaz, Ugur Kaymaz, Şerzan Kurt û Komkujiya Enqerê ya 10’ê Cotmehê dike rastî êrîşan hatiye. Karasû di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di pîşeya me de, maf parastin, li dijî binpêkirinên mafan derketin û ji bo mafê mirovan têkoşîn dayîn, heye. Niha em di pêvajoyeke naveroka wê tê valekirin re derbas dibin. Ji ber vê dixwazin min çavtirsandî bikin. Çi dibe bila bibe ezê dest ji têkoşîna mafê mirovan bernedim. Hemû kes dibêjin ‘du zarokên te hene, baldar be.’ Lê min soz daye zarokên xwe ez welatekê hîn baştir ji wan re bihêlim. Ger ez îro paşve gav bavêjim, ezê nekarin erka li hemberî zarokên xwe pêk bînim.”     MA / Berîvan Altan