Tunç: Piştî operasyonê agir bi daristana Mazgîrtê ket 2018-09-27 13:01:33   DERSÎM - Hunermend Ferhat Tunç, li ser hesabê medya civakî diyar kir ku li gundê Qelê yê Mazgîrtê piştî operasyona leşkerî agir bi daristanê ketiye û dûxan bilind dibe.    Hunermend Ferhat Tunç, li ser hesabê medya civakî diyar kir ku li gundê Qelê yê Mazgîrtê piştî operasyona leşkerî agir bi daristanê ketiye û dûxan bilind dibe. Tunç wiha got: "Vê carê jî agir û dûxan ji gundê Kelê yê Mazgîrtê bilind dibe. Piştî operasyona eskerî ya gundê Kelê daristan hatin şewitandin. Gundî ji duh ve mudaxaleyî şewatê dikin. Lê mixabin hewldana gundiyan têr nake. Mixabin welatî nikarin şewatê vemirînin. Divê sînorekî vê dijminantiya bê aqil hebe. Êdî Bes e.