Dozger bo Şenyaşar got Facebook, Twîtter, Yahoo û Google nabe delîl 2018-09-27 10:28:50 RIHA – Xizmê wekîlê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz, Faîk Yildiz gefên kuştinê li Osman Şenyaşar xwaribû. Şenyaşar li dozgeriyê gilî kir. Dozger gilîkirina Şenyaşar nirxand û bi hîncetên “Facebook, Twîtter, Yahoo û Google nabin delîl” dosyeyê girt.  Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê xizm û alîgirên wekîlê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîranê de êrîşî malbata Şenyaşar kiribûn, Hecî Esvet Şenyaşar, kurên wî Adil û Celal Şenyaşar di êrîşî de jiyana xwe ji dest dabûn. Birayê Esvet Şenyaşar, Osman Şenyaşar rastî gefên xizmên AKP’î Yildiz hat. Piştî ku xizmê Yildiz, Faîk Yildiz Osman Şenyaşar kuştinê tehdîd kir, Şenyaşar serî li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê dabû. Serdozgeriyê gilîkirina Şenyaşar bi neşopandinê encam kir. Dozgeriyê gilîkirina Şenyaşar nirxand û got: “Saziyên mîna Facebook, Twîtter,  Yahoo û Google yên derveyî welat wek delîlê teqez nayê dîtin.”    ‘CÎNAYETA HIQÛQ PÊK TÊ’    Osman Şenyaşar ê li dozgeriyê giliyê sûc kir bi bîr xist ku bi hezaran kes ji ber hincetên parvekirina medya civakê tên binçavkirin û gellek kes tên girtin û got: “Heke medya civakê wek qalîteya delîl nayê nîşandan çima bi hezaran kes girtî ne. Vê pêkanîna pêk tê cînayeta hiqûqê ye. Vî dozgerê biryar dide di heman demê de di derbarê min de biryara parastinê jî dide. Hemin ku delîl têr nake, lê çima ji bo parastina min ji emniyetê re nivîs dinivîsîne.”    ‘WÊ DEMÊ ÇIMA BI HEZARAN KES GIRTÎ NE’    Parêzer Serhat Kurt jî anî ziman ku li ser parvekirinên ji rêzê jî dozger û dadger dikin sûcê girtinê û bi hezaran kes digirin. Kurt got biryara ji bo gilîkirina Şenyaşar hat dayîn sosreta hiqûqa li welat dide nîşandan. Kurt da zanîn ku di biryara ji bo Şenyaşar de lêgerîna mantiqa hiqûqê jî zor e.    MA / Erdogan Alayumat