Dozên duh darizandin îro parastin: Qizilagaç Dêrik, Bespîn Vartinîs û Pasûr... 2018-09-27 12:26:04 ENQERE - Hikûmeta AKP'ê dema hat ser îktîdarê dozên komkujiyên di salên 90'î yên windakirin, kujerên nediyar û gorên komî ji nûve anîn rojevê û dest bi darizandinê kir. Lê piştî îktîdara 16 salan ku daraz xist destê xwe dozên ku anîn rojevê yek bi yek parast û kujer beraet kirin. Piştî Musa Çîtîl, Kamîl Atak, Cemal Temîzoz bê sûc hiştin, herî dawî berpirsiyarê kuştina 11 gundiyên Pasûrê Yavuz Erturk jî beraet kirin. Li Tirkiye di salên 90'an de li gorî daneyên fermî ji aliyê JÎTEM û hevkarên wê ku dijzagonî li herêmê peywirdar bûn, zêdeyî 18 hezar mirov hatin revandin û windakirin. Bi sedan gorên komî hatin ditîn û hestiyê bi hezaran mirov ji van goren komi derketin. Di polîtîkayên şerê lijî kurdan de di salên 1990'an de zêdeyî 40 mirov hatin kuştin. Bi sedan gund hatin şewitandin. Bi hezaran gund hatin valakirin û bi sed hezaran kurd ji cih û warê xwe koç bûn. Piştî ev bûyer pêk hatin bi salan şûnde doz hatin vekirin û dozên ku bi salan berdewam kir, yek biyek bê encam dimînin. Kujer û bersûc yek bi yek bearet dibin. Dozên Pasûr, Bespîn, Vartinîs, Dêrik, JÎTEM'ê çend ji van dozên ku bê encam bi dawî bûn in.    DADGEHÊ GOT JÎTEM  TUNE Û KUJERÊ 4 WELATIYAN BERAET KIR   Di 27'ê kanûna 1993'yan de yekîneyên Fermandarê Alaya Cendirmeyan a Mûşê, li taxa Şkefta ya Bajaroka Yayginê ya Mûşê 4 welatî Mehmet Emin Bîngol, Yakup Tetîk, Mahmut Acar û Alican Oner binçav kirin û piştî 13 rojan qetil kirin û avêtin bin Pira Mûradê. Têkildarî kuştina 4 welatiyan Fermandarê Alaya Cendirmeyan Naim Kurt hat darizandin û piştre bi îdiaya “JÎTEM tune ye" Fermandar Naîm Kurt beraat kir. Ligel bersûc Naim Kurt di gelek rêxistinên JÎTEM'ê de cih girtiye jî dadgehê di biryara hincetê de got “Di çavkaniyên leşkeriyê de hebûna JÎTEM’ê tune û delîlên şênber tune" kujer Naîm Kurt beraat kir. Malbatan bertek nîşanî biryarê dan û destnîşan kirin ku daxwaza wan li ber çavan nehatiye girtin.    DOZA DÊRIKÊ   Piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan ji Wezareta Karên Hundur ve hat girêdan û Duyemîn Serfermandarê Giştî Orgeneral Yaşar Guler anîn ser Fermandariya Giştî y Cendirmeyan, cihê 26 generalan hat guhertin. Li gorî biryara îro di Rojnameya Fermî de hat weşandin de, bi hejmara qanûna 2803'yan a xala 14'emîn, generalên di bin Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan de cih digirin hatin peywîrdarkirin.   Di nava kesên ku hatin peywîrdarkirin de Fermandarê Herêmê yê Cendirmeyan ê Amedê Tumgeneral Musa Çîtîl jî cih digire.    Çîtîl dema di salên 1993-94'an de li herêmê fermandarê cendirmeyan bû, navê wî di qetilkirina 13 welatiyên li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê de derbas bûbû û ji ber vê der barê wî de doz hatibû vekirin û 13 caran cezayê heta hetayê ji bo wî hatibû xwestin. Lê doza ku Çîtîl têde dihat darizandin, hat beratkirin û di 5'ê tebaxa 2015'an de di civîna YAŞ'ê de ji tuggeneraliyê derbasî tumgenaraliyê hat kirin û wekî Fermandarê Herêmê yê Cendirmeyan ê Amedê hat tayînkirin. Cîtîl ji aliyê dadgehê ve hatibû beraetkirin  Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa jî Tirkiye ji ber Musa Cîtîl Tirkiye mahkum kiribû.    DOZA BESPÎNÊ    Li bajaroka Bespîna bi ser navçeya Sîlopiya Şirnexê têkîldarî qetilkirina du jê keldanî, yek jê mele, 6 welatiyan der barê Fermandarê Teqawît ê 23’yemîn Tugaya Sînor a Cendirmeyan Mete Sayar û Tansel Erok, Murat Alî Yildiz, Serdar Tekîn, Hasan Basrî Vural, Îbrahîm Kiraç de doz hatibû vekirin û danişîna 6’emîn a dozê li 9’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hate dîtin. Bersûc Mete Sayar, Tansel Erok, Îbralîm Kiraç, Serdar Tekîn, Murat Alî Yildiz û Hasan Basrî Vural hatin darizandin  Doza Bespînê bi hinceta “ewlehiyê” ji Şirnexê neqlî Enqereyê kirin.    Îdianameyê de bersuc bi sedemên “bi heman sedemê ji yekî zêdetir kes kuştine û bi zanebûn mirov kuştinê” tên sucdarkirin.   Li Bajaroka Bespînê yê Navçeya Sîlopiya Şirnexê di 14'ê Hezîrana 1993'an de 6 gundî hatibûn kuştin û der barê 6 leşkeran de doz hatibû vekirin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê Tirkiye mahkum kir.  Di fermandariya Tuggeneralê teqawît Mete Sayar û 5 leşkeran de di 14'ê Hezîrana 1993'an de li bajaroka Bespînê ya Navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê 6 welatî hatin kuştin. Pişt bûyerê li ser giliyê malbat û parêzeran der barê 6 leşkaran de doz hat vekirin. 1'emîn rûniştina dozê, li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin. Di rûniştinê de Fermandar Tuggeneralê teqawît Mete Sayar, Fermandarê Tîma Boluka 3'emîn Tegmen Îbrahim Kiraç, Serbaz Murat Alî Yildiz, Fermandarê Tabûra Piyadeya 1'emîn Hasan Basrî Vural, Tegmenê tugaya Hewayê ya Kayserî Serdar Tekin, Ji fermandariya Tabûra Komandoya 2'yenîn Tansel Eroglu û xizmên mexdûran amade bûn. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di doza Bespînê ku 6 welatî ji aliyê leşkeriyê ve hatin qetilkirin Tirkiye mahkum kir. DMME'ê ji ber ku Tirkiye Peymana Mafên Mirovan a Ewropa (PMME) binpê kir 265 hezar Euro ceza li Tirkiye birî.   DOZA NEZÎR TEKÇΠ    Nezîr Tekçî, di 26'ê nîsana 1995'an de ji aliyê leşkerên 5'emîn Fermandariya Tabûra Komandoya Çiya ya Boluyê ve hatibû binçavkirin. Nezîr Tekçî ku di sala 1995'an de li navçeya Geverê di îdîaya PKK’î ye hate qetilkirin û pişt re bi mayînê perçe kirin li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Eskişehirê hatibû dîtin. Heyeta dadgehê talimata 40 leşkerên ku di sala 1995'an de li wir leşkeri kir xwendibû û 39 leşkeran îdîa kiribûn ku bûyerek bi vî rengî pêk nehatiye, lê leşkerê bi navê U.Y bûyer pişt rast kir. Di rûniştina dozê de Serhengê teqawît Alî Osman Akin ji aliyê 3 parêzeran ve hate parastin.    Di 5'ê Adarê de dê 6'emîn rûniştina doza Nezîr Tekçî ku di sala 1995'an de li navçeya Geverê di îdîaya PKK’î ye hat qetilkirin û pişt re bi mayînê perçe kirin dê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Eskişehirê berdewam kiribû.  Di 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Eskîşehîrê hatibû dîtin û biryar hatibû girtin ku di 5'ê tebaxê de lêkolîn bê kirin, lê ji ber serlêdana parêzeran lêkolîn hat taloqkirin. Hat plankirin ku lêkolîn di 13'ê tebaxê de bê kirin. Lê dîsa ji ber daxwaza parêzeran, lêkolîn dîsa hat taloqkirin. Parêzer Miraz Çalli diyar kiribû ku parêzerên dikevin doza Nezîr Tekçî, li Stenbol, Eskîşehîr û Enqereyê parêzeriyê dikin û ji bo lêkolîna ku 5'ê tebaxê bê kirin, di 1'ê tebaxê de agahî dane wan. Parêzer xwestibû li cihê bûyerê lêkolîn bê kirin û doz bê taloqkirin. Di rûniştina yekemîn de heyeta dadgehê biryar dabû ku lêkolîn û keşef bê kirin. Li ser vê biryarê li herêmê keşif hat destpêkirin.  Di lêkolînê de gelek fîşekên guleyên vala, cil û hestî hatin dîtin. li heman herêmê nêzî 20 qalikên fîşekan hatin dîtin.    Ji ber ku Tekçî hatibû perçekirin parêzeran xwestibû ku dedektor hebe, lê ev daxwaza parêzeran pêk nehatibû. Di lêkolînê de disa hestî, perçeyên potan û guleyên aydî çeka G3 hatibûn dîtin.    Di 11'ê îlona 2015'an de biryara danişinê hatibû dîtin. Heyeta dadgehê Albay ê teqawît Alî Osman Akin û Yarbay Kemal Alkan bi yek dengi beraet kiribû. Malbatê serî li DMME'ê dabû. DMME'ê di 10'ê Kanuna 2013'an de biryar dabû û Tirkiye bi sedema ku lêpirsîn û darizandinke bi edalet nekiriye sucdar kiribû.    DOZA VARTINÎSÊ   Hêzên dewledê di salên 90’an de gelek komkujî pêk anîn û gelek welatî înfaz kirin. Dozên têkildarî kujeran hatin vekirin, di serdema hikûmeta AKP'ê de gelek jê bê encam bi dawî bûn û kujer hatin parastin. Doza ewil bê encam bi dawî bû doza kuştina 21 kesên li Cizîrê ji aliyê JÎTEM'ê ve hatibûn qetilkirin bû. Doza Cizîrê ku serfermandarê JÎTEM'ê Cemal Temîzoz û ekîba wî dihatin darizandin bê encam bi dawî bû. Di 1'ê Adarê de doza 9 kesên li gundê Vartinisê ya Mûşê ji aliyê leşkeran ve hatin qetilkirin bê encam bi dawî bû. Parêzera Yekîtiya Têkoşîna bi Bêcezabûnê re Prz. Serap Işik, diyar kir ku ev doz tev wekî kevneşopiya dewletê bê ceza bi dawî dibin û doz li ber çavan nehatine girtin. Işik, anî ziman ku niha jî li ser navê "Qedexeya Derketine Kolanan" li Cizîr, Sîlopî û Sûrê mirov tên qetilkirin û dozê ji bo van komkujiyan bên vekirin jî dê bê encam bi dawî bibin.      Li çoltera bajaroka Vartînîsê ya Mûşê di 2’ê cotmeha 1993’yan de piştî di pevçûnê de binefserek û PKK’iyekî jiyana xwe ji dest da leşkerên Fermandariya Cendirmeyan a Haskoyî bi ser gund de girtin, gund şewitandin û gelek welatiyan jî jiyana xwe ji dest dabûn. Li gorî agahiyên şahidên bûyerê komek leşker hatine bajarokê avahiya şaredariyê gulebaran kirine û gefa “em ê bi şev bên bajarokê bişewîtînin” kirine. Komek leşkerên ku çûne gundê Ardongê û gundî bi Alîkarî dayina PKK’ê sûcdar kirine û axûr, giha û malên kesên necerdevan in şewitandine. Leşkerên ku piştre derbasî gundê Vartînîsê bûne li vir jî gelek mal şewitandine. Di encama bûyerê de welatiyê bi navê Nasir Ogut, hevsera wî ya ducanî bi 7 zarokên xwe jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî çend salan ancax di 4’ê îlono 2013’an de têkîldarî bûyerê doz hate vekirin. Doza ku bi hin hincetan hate taloqkirin li Dadgeha Cezaya Giran a Mûşê dihat ditin, piştre jî di 4’ê kanûne 2013’an de girtin Kirikkaleyê. 4’emîn rûniştina dozê li Dadgeha Cezaya Giran a Kirikkaleyê hate dîtin. Herî dawî doz di 1'ê Adara 2016'an de bi encam bû û kujer hatin beraatkirin.    TEMÎZOZ BERATE KIRIN   Kujerên 21 kesên li Cizîrê hatin înfazkirin Fermandarê JÎTEM'ê Cemal Temizoz, sercerdevan Kamil Atag û ekîba wî piştî darizandina 6 salan di 5'ê mijdara 2015'an de hat beraetkirin. Temîzoz û ekîba xwe li herêma Cizîrê tev li kuştina gelek welatiyên sivîl bûbûn.      Efserê Cendirmeyan Bulent Karaoglu yê ku wê de Fermandarê Boluka Cendirmeyan bû, Fermandarê Boluka Cendirmeyan a Haskoyê Hanefî Akyildiz, Midûrê Şaxa Tîmên Taybet ê Midûriyeta Emniyetê ya Mûşê Şerafettîn Uz, Serçavûş Turhan Nurdanoglu, nehatin cezakirin beraat bûn.    Di serdema hikûmeta AKP'ê de gelek kujerên salên 1990'an ku welatiyen sivîl qetilkirin hatin beraatkirin û li dijî ceza hatin xelatkirin.  Di serdema hikûmeta AKP'ê de kujerên komkujiyên Roboskî, Uğur Kaymaz, Aydın Erdem, Şerzan Kurt, Yahya Menekşe û gelek dozên din bê ceza bi encam bûn.    Ji bo kujer bên darizandin gelek parazvanên mafên mirovan gihiştin hev û Yekîtiya Têkoşîna Bêcezabûnê avakirin.    Parêzera Yekîneya Têkoşîna Bêcezabûnê Prz. Serap Işik, diyar kir ku wan ji destpêkê heta dawî doza Vartînîsê şopand û encama wê li dijî hiqûqê ye. Işik, ani ziman ku di hemû dozan de kesên mexdûr wekî bersûc tên dîtin û kujer jî wekî mexdûr tên darizandin. Işik, bilêv kir ku mexdûr nayên guhdarkirin û daxwazên wan li ber çavan nayên girtin. Işik, da zanîn ku ev encama polîtîkayên bêcezakirinê ye û wiha got: "Doza Vartînîsê jî bi beraata kujeran bi encam bû. Di vê dozê de jî dîsa hat dîtin ku hêzên dewletê li ser navê "têkoşîna bi terorê re" mafên mirovan binpê dikin û ev sûcê mirovahiyê bi polîtîkayên dewletê yên bêcezabûnê bi encam dibin. Li gorî hiqûqa ceza diviya bû ku kujer bihatina cezakirin. Ev sûcên mirovahiyê ne. Lê hiqûqa ceza nehat bikar anîn."    DOZA PASÛRÊ   Li navçeya Pasûrê ya Amedê, leşkeran 11 gundî di navbera 8 û 25’ê Cotemeha 1993’an de binçav kirin û winda kiribûn. 18’emîn danişîna “Doza Pasûrê” li Dadgeha Cezayê Giran a 7’emîn a Enqerê hat ditîn.  Danişîna doza biryarê ya Pasûrê ku 25 sal berê 11 kes li Pasûrê hatin kuştin, li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereye hat ditin. Heyeta dadgehê doz betal kir û bersûcên bozê Fermandarê Tugaya Komandoyê Çiya ya Bolu Yavuz Erturk beraet kir.  Di 17'emîn danişîna doza Gulanê de Dozger Şaban Yavuz mutala xwedibû û beraeta Erturk xwestibû.Dozger xwestibû doz bi dawî bibe. Şandeya dadgehê,  piştî daxwazên parêzeran girtin, biryar dabû ku girtina Erturk berdewam bike û ji bo parêzer li dijî mutalayê parastin bikin, dem dabû. Heyetê di danişîna îro de biryar da û doz betal kir û beraata Erturk da.    Malbat û parêzeran di sala 1994'an de serî li DMME'ê dan. DMME'ê di 2001'an de bi sedema der bare kuştina 11 kesan de lêpirsînek baş nehatiye kirin Tirkiye mahkum kiribû. Xwestibû Tirkiye tezmînatê bidin malbatê.    Dozên ku hêj didomin ev in: Doza JÎTEM'ê ya Qoserê, Doza Musa Anter û JÎTEM'ê, Doza Lice, Doza Enqere ya JÎTEM'ê hêj didomin.    MA / Berivan Altan