Malbata Endamê HPG’ê serî li ÎHD'ê danMalbatê xwest her kes hestiyar tev bigere 2018-09-27 12:08:47   AMED - Malbata endamê HPG’ê Tûgay Çelîk (Reşîd Hogir) ê di 14’ê îlonê de bi 4 hevalên xwe re li navçeya Elkê ya Şirnexê jiyana xwe ji dest da, ji bo cenazeyê kurê xwe bibînin serî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê dan.    Endamê HPG’ê Tûgay Çelîk (Reşîd Hogir) ê di 14’ê îlonê de bi 4 hevalên xwe re li navçeya Elkê ya Şirnexê jiyana xwe ji dest dabû. Malbata Çelîk zêdetirî hefteyekê ye li cenazeyê kurê xwe digere û saziyên dewletê yên peywendîdar cihê cenaze ji malbatê re aşkera nakin. Ji ber vê yekê malbata Çelîk duh serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Amedê dan û piştgiriya hiqûqî ji xwest. Li gorî nûçeya Kadrî Esen a Rojnameya e-rojname, malbatê duh serî li Şaxa ÎHD'ê dan û alîkarî xwestin. Kekê Çelîk Halîs Çelîk diyar kir ku li Stenbolê rûdinin û piştî agahiya şehadeta birayê xwe ji Stenbolê derbasî Şirnexê bûne, ji bo girtina cenaze serî li Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê dane. Çelîk da zanîn ku serdozgerî ji wan re gotiye ku ji bo kontrolkirinê dikarin biçin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û bê testa DNA’yê cenazeyê xwe bigirin.    BERÎ KU MÎNAKA XWÎNÊ BIXWAZIN XWEST BIÇIN MIDÛRIYETA POLÎSAN   Çelîk anî ziman ku serdozgeriyê ji wan daxwaz kiriye ku beriya morgê biçin Midûriyeta Emniyetê ya Şirnexê û wiha got: “Em jî li ser daxwaza serdozgeriyê çûn emniyetê. Li emniyetê tu rayedar me muxatab negirt û agahiyeke zelal neda me. Tenê polîsek ji rêzê ji me re got ku cenazeyê we ne li morgê ye û me ew veşartiye. Piştî vê yekê em careke din çûn serdozgeriyê û rewşê ji serdozgeriyê re ragihand. Serdozgerî bêyî ku qebûl bike cenaze li morgê ye, ji bo testa DNA’yê xwînê ji me xwest û got ku dê heta 2 mehan encamên xwînê aşkera bibin.”   ÎŞKENCEYA DERÛNÎ DIKIN   Malbat ji ber ku ji Serdozgeriya Komarê û Midûriyeta Polisan a Şirnexê bawer nabû, ji Şirnexê çûn Colermergê û serî li Serdozgeriya Komarê ya Colermegê jî dan. Serdozgeriya wê derê jî wek ya Şirnexê beyî ku qebûl bike cenaze li morgê ye û ji malbatê re got hûn dikarin ji bo kontrolkirina cenazeyê xwe biçin morgê. Çelîk destnîşan kir ku li morgê tenê 4 caneze hebûn û wiha got: “Cenaze yên berê bûn û bîn ketibû wan. Mirov ji bîna nikaribû nêzî wan bibe. Ji ber ku cenazeyê me hê nû bû, min li vêderê ferq kir ku me tenê ji bo îşkenceya derûnî şandine morgê.” Çelîk, destnîşan kir dema ku ji serdozgeriyê çûne Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Colemergê, polîs jî bi wan re hatine û wiha lê zêde kir: “Piştî em ji morgê derketin min ji polîsan re got hûn çima cihê cenaze ji me re nabêjin. Polîsek ji min re got ku divê hûn xwedî li zarokên xwe derkevin. Li ser vê gotina xwe li min baket got ku ji bo dîtina cenazeyên xwe jî divê hûn li hemû bajaran bigerin, we dît dît, heke we nedît wê demê zanibin ku me wan kuştiye, parçe parçe kiriye û şewitandiye.”    'LI DIVÎ VÊ HOVÎTIYÊ DERKEVIN'   Çelîk herî dawî bertek nîşanî nêzikbûna sazî û rayedarên dewletê ya li hemberî wan da û ev bang kir: “Zedetirî hefteyekê ye ez li cenazeyê birayê xwe digerim. Li gel ku çapemeniya tirk qala şehîdbûna birayê min dike jî saziyên dewletê cihê cenazeyê birayê min ji min re nabêjin. Ez bang li derdorên demokrat û parlamenterên HDP’ê dikim ku li dijî vê hovîtiyê derkevin û vê hovitiya dewletê ya li hemberî me bikin rojeva meclisê. Em dixwazin rojek zûtir cihê cenazeyê me ji me re bibêjin. Me niha serî li ÎHD’ê da, em ê mijarê bibin Neteweyên Yekbûyî (NY) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî.”