7 kes li Elkê hatin binçavkirin 2018-09-27 11:29:24 ŞIRNEX - Polîsan li Elkê di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin û 7 kes binçav kirin.  Li navçeya Elkê ya Şirnexê, polîsan bi awayekê hemwext di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girtin. Operasyona di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê dayî destpêkirin de, 7 kes hatin binçavkirin. Kesên hinceta binçavkirina wan nehat zanîn, birin Midûryeta Polîsan a Navçeyê.    Navê kesên hatin binçavkirin wihane: “Kasim Guven, Cemîl Cîn, Agît Durmuş, Hazîm Durmuş, Hasan Ataman, Bulent Ataman û Zekeriya Ataman.”