Xizmeta qeyûm: Yek netew, yek welat, yek dewlet û yek al 2018-09-27 09:15:11 AMED - Qeyûmê tayînî Şaredariya Licê hat kirin, bi 500 hezar lîreyî du qûleyên saetan çêkirin û li ser wan "yek netew, yek welat, yek dewlet û yek ala" nivîsand.  Qeyûmên ku Wezareta Karên Navxweyî tayînî aşredariyên DBP'î kirin, peykerên şexsiyetên girîng ên kurdan rûxandin, navê park û kolanan guherandin, tabelayên bergehî yên bi kurdî rakirin, navendên çandê û jinan girtin. Qeyûmê tayînî Şaredariya Licê hat kirin jî parka ku navê Ceylan Onkolê lê hatibû kirin guherand kir Firat Sîmpîl û parka ku navê Medenî Yildirim lê bû guherand kir Parka Şehîdên 15'ê Tîrmehê.    DU QÛLEYÊN SAETAN HATIN ÇÊKIRIN    Qeyûmê hat tayînkirin di bin navê xizmetê de li navçeyê du qûleyên saetan çêkirin. Ji van qûleyan yek jê li navenda çarşiyê, yek jê jî li xaçerêya Licê-Pasûrê hat çêkirin. Li ser qûleyê nexşeya Tirkiyeyê, alaya Tirkiyeyê, logoya Şaredariay Licê hat çêkirin û her wiha li ser 'yek netew, yek welat, yek dewlet û yek ala' hat nîvisandin.     BI 500 HEZAR LÎREYÎ HATIN ÇÊKIRIN    Qeyûmên hatin tayînkirin îdia dikin ew xizmeta gel dikin. Lê belê qeyûmê Şaredariya Licê jî xwest di vê çarçoveyê de peyameke din bide û hat diyarkirin ku herdu qûleyên çêkirine bi 450-500 hezar lîreyî çêkiriye.