Pirtûka nivîskar li serê wî dan û gotin: Vê carê jî tiştên em tînin serê te binivîse 2018-09-27 09:14:26 STENBOL - Nivîskarê pirtûka "Ûmûda Bîr Ulke" Firat Can, diyar kir ku dema ew sewqî Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê kirin 10 rojan di hucreyê de hiştin û îşkence lê kirin û got: "Pirtûka ku min nivîsandiye li serê min dan û û gotin 'Vê carê jî tiştên em tînin serê te binivîse' û îşkence kirin."  Firat Can, di 3'yê Îlonê de ji Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê hat kirin. Can, diyar kir ku dema sewqî Girtîgeha Denîliyê hat kirin 10 rojan di hucreyê de hatiye hiştin û hatiye îşkencekirin.    ‘KINCÊN MIN QETANDIN Û JI MIN KIRIN'    Can, diyar kir ku dema ew anîn girtîgehê lêgerîna tazî lê ferz kirine û got: "Gardiyanan xwest xwe tazî bikim, lê min qebûl nekir. Li ser vê ji min re gotin 'hûn terorîst in' û gazî komeke bi navê Tîma Amadekar kirin. Kincên min bi zorê qetandin û ji min kirin. Pêl piyên min û serê min kirin. Dema min got 'ya hûn dikin wehşet e, binpêkirina rûmetê ye' vê carê jî pêl newqa min kirin. Her wiha bi pirtûka min 'Ûmûda Bîr Ulke' li serê xitin û gotin 'vê carê jî tiştên em tînin serê te binivîse.'"    Can, diyar kir ku piştî derbkirin wî xwestiye raporê bistîne, lê li revîrê bijîşk rapor nedaye wî.    ‘MIN XISTIN NAV KUJER Û FETOYIYAN'    Can, anî ziman ku wî xwestiye biçe qawîşa siyasiyan, lê belê îdareya girtîgehê ew xistiye hucreyê. Can got: "10 rojan di hucreyê de mam. Di dema hucreyê de min daxwazname ji midûriyeta girtîgehê, dozgeriya girtîgeh, dadweriya înfazê û Wezareta Dadê re nivîsandin. Bi tu awayî bersiva daxwaznameya nehat dayîn. Min xistin nav kujer û FETO'yiyan. Kujer û FETO'yiyan gef li min xwarin û gotin 'divê em wî şer jê bikin.'"    Can, diyar kir ku wî gotiye eger wî nexin qawîşa girtiyan ew ê dest bi greva birçîbûnê bike, li ser vê ew birine cem girtiyên siyasî.    Can bang li hemû parêzvanên mafên mirovan, rêxistinên civakî û demokrat û partiyên siyasî kirin ku li hemberî van pêkanînên der însanî yên li girtîgehan tev bigerin.    MA / Melike Ceyhan