2 kesên din ên ji Efrînê anîn hatin girtin 2018-09-26 17:02:36   HATAY - 2 Efrîniyên din ên bi îdîaya “Endamtiya YPG’ê” ji Efrînê anîn Tirkiyeyê, hatin girtin. Bi vî awayî hejmara kesên ji Efrînê anîn û hatin girtin, derket 11’an.    Welatiyên Efrînî R.B.A û R.H.M ên di 22’yê Îlonê de bi îdîaya “Endamtiya YPG’ê” li Efrînê hatin binçavkirin û anîn Hatayê, piştî lêpirsîna wan li Fermandariya Cendirmeyan a Hatayê bi dawî bûn sewqî Edliya Hatayê hatin kirin. 2 Efrîniyên li dozger îfadeyên wan hatin girtin, bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê”, “Kuştina bi zanebûn” û “Yekîtiya dewletê û hevgirtina welat xerab kirinê” sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê hatin kirin. Her 2 Efrînî bi heman îdîaya hatin girtin û şandin Girtîgeha Hatayê.   Di çarçoveya heman lêpirsînê de, di 14’ê Îlonê de jî 9 Efriniyên li Efrînê hatibûn binçavkirin anîbûn Tirkiyeyê û li gorî çavkaniyên herêmê, hatibû diyar kirin ku ev Efrînê sivîlin. Navê 9 Efrîniyên di 14’ê îlonê de anîn Tirkiyeyê û hatibûn girtin wihane: “M.C., A.M., C.M., F.K., H.K., Î.M., M.M.K., Î.M. û R.M.”    Li aliyê din, hat zanîn ku Serdozgeriya Komarê ya Hatayê ji bo dosyeya lêpirsînê biryara veşartinê daye.