Têkoşîna li dijî tecrîdê bê dayîn li Şirnexê hat nîqaşkirin 2018-09-26 16:19:24   ŞIRNEX - Rêxistinên HDP û DBP’ê yên Şirnexê, di civîna “Amadekariyên ji bo rêveberiyên herêmî” de li ser polîtîkayên serdema nû ya siyaseta demokratîk û têkoşîna li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, nîqaş kirin.      Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Şirnexê, têkildarî hilbijartina herêmê ya nêz dibe de, civîna “Amadekariyên ji bo rêveberiyên herêmî” pêk anîn. Civîn li avahiya HDP’ê ya bajêr hat lidarxistin. Parlamenterên HDP’ê Pero Dundar, Huseyîn Kaçmaz, Nuran Îmîr û Hasan Ozguneş, hevşaredarên qeyûm tayînê cihê wan hatin kirin, Dayîkên Aştiyê, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên rêxistinên bajêr û navçeyan û bi dehan welatî beşdarî civînê bûn.    REXNEDAYÎN HAT DAYÎN    Di civînê de kemasiyên di serdema derbasbûyî de hatin jiyîn, polîtîkayên serdema nû ya siyaseta demokratîk û têkoşîna li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin nîqaşkirin û rexnedayîn hat dayîn.       Civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.