Li Îzmirê 7 û li Amedê 5 kes hatin binçavkirin 2018-09-26 14:22:06   ÎZMÎR/AMED - Li Taxa Asarlik a navçeya Menemenê, di serdegirtina malan a di saetên serê sibê de 7 kes hatin binçavkirin. Li Amede jî 5 kes hatin binçavkirin.    ÎZMÎR    Li Taxa Asarlik a navçeya Menemen a Îzmîrê, Polîsên Hêzên Taybet di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin û 7 kes binçav kirin. Polîsan derî şikandin û dest danîn ser amûrên elektronîk. Navê kesên hatin binçavkirin wihane: “Abdullah Yolcu, Dogancan Uste, Îsmail Aydemîr, Abdullah Açik, Umutcan Soylemez, U.S ê 17 salî û Baran ê paşnavê wî nehat zanîn."  Li aliyê din hat diyar kirin ku Agît Uste yê lêgerîna wî heyî, ji ber ku ne li malê bû, nehat binçavkirin.  Hat destnîşan kirin ku U.S. ê 17 salî birin Şaxa Zarokan a Îzmîrê û 6 kesên din jî birin Şaxa TEM’ê ya Îzmîrê.      AMED    Polîsan di saetên serê sibehê de li navçeya Rezan a Amedê li taxa Şeyhşamîl bi ser malan de hat girtin. Polisan di serdegitina malan de Mehemt Can Çelîktemel, Seyfettîn Çelîktemel, Selahattîn Şener û Melahat Daniş  binçav kirin. Polîsan kesên binçav kirin birin Muduriyeta Polîsan a Amedê. Hat zanin ku der barê Latîf Taş ê ku berî bi 5 rojan qezaye trafîkê derbas kir û hevjîna wî Koçer Taş a ku li gel dima de jî biryara binçavikirinê heye.