Li 7 bajarên Fransayê ji bo Ocalan çalakî 2018-09-26 12:56:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê kurd û dostên kurdan ên li Firansayê dijîn, ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bişkînin, dê di navbera 27 û 29’ê îlonê de li 7 bajarên Fransayê çalakiyanr pêk bînin. Têkildarî mijarê CDK-F’yê daxuyaniyek da û bang li hemû kurdistanî û dostên wan kir ku bi awayekî xurt tev li çalakiyan bibin   Gelê kurd û dostên kurdan ên li Fransayê dijîn, bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, dest bi çalakiyan dikin. Kurd û dostên kurdan li Fransayê, bi armanca tecrîdê bi dawî bikin li 7 bajarên Fransayê dê bi dirûşma şikandina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan dakevin qadan. Çalakî dê di navbera 27 û 29’ê îlonê de pêk bên. Têkildarî mijarê Dîwana Hevserokatiya Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) daxuyaniyek da û bang li hemû kurdistaniyan kir ku bi awayekî xurt tev li çalakiyên li dijî tecrîdê bibin. CDK-F’ê di daxuyaniyê de bêdengiya CPT'ê û saziyên rojavayî ya li hemberî tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û wiha got: "Saziyên navneteweyî yên weke CPT'ê bi bêdengiya xwe, bi awayekî bêhiqûqiya dewleta tirk a li ser Ocalan erê dikin.”   CDK-F'ê'ê, da zanîn ku ji 2 salan zêdetir e ji Ocalan tu agahî nayên girtin û wiha bi dawi kir: “Hikûmeta faşîst a AKP-MHP'ê dixwazin têkiliya di navbeyna gel û Ocalan de bibirin û tecrîdê asayî nîşan bidin. Em vê tecrîdê qebûl nakin û tiştê ku tê xwestin jî em red dikin. Ji bo şikandina tecrîdê û azadiya Ocalan, em bang li hemû kurdistanî û dostên wan dikin ku bi awayekî xurt tev li çalakiyan bibin.”   Li gorî daxuyaniyê, plansaziya çalakiyan wiha ye:   Di 27’ê îlonê de saet 18.00’an de dê li Place de le Boourse ya Bordeaûxê, Di 27’ê îlonê saet di 19.00’an de li Metro François Vedier a Touloûseyê, Di 29’ê îlonê saet di 16.00’an de li Place de Rebublique ya Parîsê, Di 29’ê îlonê saet di 14.00’an de li Place du Gare ya Strasboûrgê,  Di 29’ê îlonê saet di 14.00’an de li Place Canabiere ya Marsîlyayê, Di 29’ê îlonê saet di 18.30’an de li Parc du Peyrou ya Montpellierê, Di 29’ê îlonê saet di 18.30’an de jî dê li Place Chabran a Dragûîgnanê çalakî bê lidarxistin. PARÎS Albuma Nûçeyê