Li Aydinê tevî hevserokê HDP’î 5 kes hatin girtin 2017-10-23 21:19:08   AYDIN – Li Aydinê Hevserokê HDP’ê yê Nazilliyê Sînan Çakmakçi jî di nav de 5 kes hatin girtin. Li navçeyên Nazîllî, Kûşadasi û Dîdîm ên Aydinê, di 20’ê Cotmehê de polîsan avêtibû ser gelek malan. Hevserokên HDP’ê yên Nazîllî û Kûşadasiyê Sînan Çakmakçi û Mûstafa Can jî di nav de 11 kes hatibûn binçavkirin. Piştî karên li emniyetê kesên binçavkirî îro danê sibehê sewqî Edliyeya Aydinê hatin kirin. Ji 11 kesan 5 kes bi hinceta bi parvekirinên xwe yên li ser medyaya civakî “propagandaya rêxistinê” kirine hatin girtin û 6 kes jî bi şertê venêrîna edlî hatin berdan. Hevserokê HDP’ê yê Nazîlliyê Sinan Çakmakçi, Hasan Azun, Bayram Devrim, Sedat Bilen û Hamza Karataş bi heman hincetê hatin girtin. Hevserokê HDP’ê yê Kûşadasiyê Mustafa Can, Raif Kanat, Murat Karatay, Cengiz İvdil, Mehmet Şakir Yetişen û Hakan Aydin jî jî bi şertê venêrîna edlî hatin berdan.