Li Şirnexê teqîn: 2 cerdevanan jiyana xwe ji dest da 2018-09-26 10:19:01   ŞIRNEX - Li Navçeya Sîlopî ya Şirneqê teqîn pêk hat. Di teqînê de 2 cerdevanan jiyana xwe ji dest dan û 4 cerdevan jî birîndar bûn.    Li çoltara Girê Ezmana yê Bajaroka Gite ya Sîlopiyê cerdevan û esker bi hevre derketin operasyonê. Piştî esker û cerdevan bi hevre derketin operasyonê teqîn pêk hat. Di teqîna bombeyê de 2 cerdevanan jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 4 cerdevan jî birîndar bûn. Hat diyar kirin ku cerdevanên jiyana xwe ji dest dane Halîl Yerboga û Suleyman Tosun e. Cerdevanên birîndar bûn jî rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Sîlopiyê. Operasyona li herêmê hatibû destpekirin berdewam dike.