Pêşnûmeya RTUK’ê dê ‘azadiya çapameniyê’ ji binî ve tune bike 2018-09-26 09:13:21 STENBOL – Rojnameger û pisporên medyayê, pêşnûmeya astengkirina li ser medyayê ku dê bi destê RTUK’ê bikeve meriyetê nirxandin û diyar kirin ku bi vê yekê dê Tirkiye di warê sansurê de bibe welatê yekemîn. Pêşnûmeya dê astengiyê hişk û kontrola awarte bîne pêşiya weşanên televizyon û radyo yên li ser înternetê dikeve meriyetê. Tê texmînkirin ku dê ev pêşnûme heta mehekê bikeve meriyetê. Xwediyên weşanên li ser înternetê divê ji bo erka ragihandin û lisansa weşanê di nav mehekê de serî li RTUK’ê bidin. Berevajî vê yekê bi biryara dadgerên cezayê sulhê gilîkirina sûc û girtinê li benda weşangeran e. Di kêliya ku weşanên tên kirin guncav neyên dîtin û ev yek biçe dadgeha cezayê sulhê dê BTK li ser daxwaza RTUK’ê biryara betalkirina weşanan bide.    Nûnerên rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê û pisporên medyayê li dijî pêşnûmeya RTUK’ê nêrînên xwe anîn ziman û bal kişandin ser bandora neyînî ya pêşnûmeyê ya li ser çapemeniyê.    Endamê Hîndekariya Fakûlteya Hiqûqê ya Zanîngeha Bîlgî ya Stenbolê Prof. Dr. Yaman Akdenîz destnîşan kir ku meseleya astengiya li ser medyayê ne nû ye û got: “Em niha baş nikarin pêşnûmeyê şîrove bikin, ji ber ku hêj neketiye meriyetê. Têkildarî pêşnûmeyê hêj agahiyên ne zalal hene. Lê bes wisa xûya dike dê sansûrên dijwar deynin ser çapemeniyê.”     ‘TIRKIYE DI WARÊ SANSURÊ DE WELATÊ YEKEMÎN E'    Akdenîz bal kişand astengiyên li ser çapemeniyê û wiha dewam kir: “Tirkiye di mijara sansûrkirina nûçe û medya înternetê de bûye welatê yekemîn. Salek zêdetir e, malpera wîkîpedia û hemû malperên nûçeyan ên muxalîf û azad hemû astengkirî ne. Herî zêde li Tirkiyeyê hesabên medyaya civakê hatine girtin. Rewşek nû nîne. Rewş pir cidî dibe û ber bi xerabiyê ve diçe. Ev pêşnûme dê bandorek mezin li ser medya nivîskî û dîtbarî bike. Bi vê pêşnûmeyê dê hemû çembera medyayê teng bikin û dê tengtir bikin. Qada tevgerkirina çapemeniyê nemaye.”    ‘DESTHILATDARÎ DÊ BI VÊ PÊŞNÛMEYÊ AZADIYA ÇAPEMENIYÊ JI BINÎ VE TUNE BIKE’    Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Durmuş jî pêşnûmeya dê bikeve meriyetê nirxand û wiha got: “Heke ku weşangeriya înternetê bikin bin kontrola RTUK’ê dê ev yek sansûrbûnek nû bi xwe re bîne. Polîtîkaya zextên li ser çapemeniya muxalîf a li Tirkiyeyê di asta herî jor de didome. Qada azadiya çapemenî û ramanê ya cihana medyayê ku nikaribûn asteng bikin, niha jî bi destê RTUK’ê dixwazin çengel bikin. Desthilatdariya ku dixwaze her tiştî bixe bin kontrola xwe, dê bi vê pêşnûmeyê çapemeniya azad û ramanê ji binî tune bike. Rojnameger ji ber parvekirin, nûçe û şîroveyan tên girtin. Welatî ji ber parvekirinên xwe yên muxalîf ên medya civakî tên girtin. Niha jî em ê bibînin ku dê rojnameger ji ber astengkirina weşangeriya înternetê bên girtin. Vê mudaxeleya li dijî qada medyayê demokrasiyê tune dike.  Helbet dê rojnameger rê û rêbazan bibînin, lê bes dê ev pêvajo rê li ber mafê gel ê wergirtina agahiyan veke.”    Serokê Giştî yê Sendîkaya Basin-Îş’ê ya girêdayî DÎSK’ê Faruk Eren jî pêşnûmeyê rexne kir û wiha got: “Êdî ev pêşnûmeya ku hikumet dixwaze hemû dengên muxalîf bigire. Navê vê pêşnûmeyê, pêşnûmeya qûtkirina hemû dengên muxalîf e. Bêyî ku dadgeh biryaran bidin dê weşanan bigirin. Ev bi temamî pêkanînên kêfî ne. Yên ku ne alîgirên AKP’ê û MHP’ê ne hemû kesî xayîn îlan dikin. Êdî tê fêmkirin ku kî dikare li vî welatî weşangeriyê bike. Çapemeniyê radestî alîgirên xwe kirine. Dixwazin bi temamî dengê çapemeniya azad û muxalîf qût bikin. Jixwe azadiya çapemeniyê tune bû. Lê wê bi van biryar û pêşnûmeyan azadiya çapemeniyê ji kokê ve tune bikin. Ev welat ji demokratîkbûnê dûr ketiye. Êdî em demên dawî yên azadiya çapemeniyê de ne.”    MA / Bîlal Guldem