Ji ber qedexe û operasyonan jiyan li wan herimiye 2018-09-26 09:12:10 AMED - Li Licêya Amedê hema bêje tim û tim "qedexeya derketina derve" tê îlankirin. Ji ber vê yekê jiyana li navçeyê veguheriya jiyaneke kabûsî. Welatiyên li gundên navçeyê ku hema bêje nikarin ji malên xwe derkevin, behsa vê rewşê kirin.  Ji meha Gulanê ve hema bêje li gund û mezrikên navçeya Licê ya Amedê her hefte "qedexeya derketina derve" tê îlankirin. Qedexeyên ji ber operasyonên leşkerî tên îlankirin herî zêde li gundên Sîsê, Cinezor, Derxust, Cumorf, Kerwas, helhel, Zengê, Nenyaz, Hêzan, Mişrîf, Bacinê û Huseynîka tên îlankirin.    Li gundê Hêzanê tevî qereqoleke leşkerî, li ser gelek girên wê noqteyên leşkeran hene.    Ji ber qedexeyên tên îlankirin û operasyonên leşkerî welatî nikarin tev bigerin. Welatiyên bi çandinî û sewalkariyê debara xwe dikin, ji ber van pêkanînan nikarin ji malên xwe derkevin. hejmara pez û dewarên vê herêmê di salên 90'î de ji sed hezarî zêdetir bûn, lê belê niha ev hejmar li dor 2 hezarî ye. Her wiha hat hînbûn ku ji ber operasyonên leşkerî çend roj berê 8 pez û heywan telef bûne.    Welatiyên ku nikarin heywanên xwe berdin derve, ji ber operasyonan nikarin biçin bax û baxçeyên xwe jî. Carinan ji ber operasyonên leşkerî zêde didomin welatî nikarin zebze û fêkiyên xwe av bidin û ji ber vê zebze û fêkiyên wan dişewitin.    ‘TU DIBÊ QEY EM LI WELATEKÎ DIN DIJÎN'    Welatiyên ji ber ewlehiyê nexwestin navên wan bên nivîsandin, behsa pêkanînên bi wan re rû bi rû dimînin kirin. Ji van welatiyan yek jê diyar kir ku heyata wan bûye kabûs û got: "Tu dibê qey em li welatekî din dijîn." Welatî bilêv kir ku ew bi çandina tûtinê û sewalkariyê debara xwe dikin û ji ber qedexeyên hema bêje her roj tên îlankirin nikarin heywanên xwe xweyî bikin. Heman welatî diyar kir ku di dema operasyonan de leşker malên wan yeko yeko sehî dikin û gefan li wan dixwazin û heqaretê li wan dikin.    ‘OPERASYON ZIRARÊ DIDIN GEL'    Welatiyan, anî ziman ku hema bêje malên her welatiyî li Amedê jî hene û got: "Mirov havînan tên gundên xwe. Baxçên xwe datînin û heywanên xwe xweyî dikin. Zivistanê jî bi derameta ku li vira bi dest dixin lazmatiyên xwe yên zivistanê pê dikirin. Lê dewlet dixwaze em ji birçîna bimirin. Ev operasyon zirarê didin gel."    ‘JI BER DENGÊN HELÎKOPTERAN EM NIKARIN RAKEVIN'    Welatiyekî din jî diyar kir ku bi van operasyonan dewlet dixwaze jiyana wan a aboriyî bi temamî bê qedandin û her çend dawî li Rewşa Awarte hatibe jî, lê belê li cem wan dewam dike. Welatî destnîşan kir ku ji ber dengê helîkopterên ji bo oeprasyonan digerin nikarin rakevin.    FERZKIRINA SÎXURTIYÊ    Welatiyan diyar kir ku leşker sîxurtiyê li wan ferz dikin û gotin: "Dibêjin 'eger hûn bi me re bixebitin em ê dozên li we hatine vekirin betal bikin.'" Welatiyan diyar kir ku di dema operasyonan de leşker bi gundiyan re wêneyan dikişînin û dibêjin: "Eger hûn bi me re nexebitin em ê van wêneyan ji rêxistinê re bişînin."    MA / Mehmet Şah Oruç