Seferî Yilmaz: Polîsan xwest min bikujin 2018-09-26 09:11:22 COLEMÊRG - Hevşaredarê Şemzînanê Seferî Yilmaz, diyar kir ku dema wî dibirin girtîgehê polîsan wesayîta tê de bû kişandin cihekî tena û gule berdan hewayê. Yilmaz got: "Dixwestin peyama em dikarin te bikujin bidin."  Hevşaredarê Şemzînanê Seferî Yilmaz, di Kanûna 2016'an de hatibû girtin. Yilmaz di danişîna 6'ê Îlonê de hat berdab. Yilmaz behsa pêvajoya girtinê û dema wî ji Girtîgeha Colemêrgê birine Girtîgeha Wanê kir.    Yilmaz, diyar kir ku 22 mehan bêyî ku der barê wî de delîl hebin bi "xirabkirina yekpareyiya welat", "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hatiye tawanbarkirin û got: "Ew pêlîstokên ku di dema pêvajoya Kobaniyê de me bi destûra qeymeqamtiyê kom kirin û zexîreyê ku hatin komkirin hemû wekî sûc hatin hesibandin."    'WESAYÎT LI CIHEKÎ TENA SEKINANDIN Û GULE BERDAN'    Yilmaz, bilêv kir ku piştî hat girtin polîsên tayvet ew ji Şemzînanê birine Colemêrgê û got: "Di rê de heqaret dikirin. Polîsên li kêleka min wesayît li derdora gundê Şapatanê li cihekî tena sekinandin û gule bera derdorê dan. Bi vê xwestin peyama em dikarin te bikin bidin. Guleberdan qederekê domand û paşê min birin Girtîgeha Colemêrgê. Paşê min û hevşaredarên Çelê û rêveberên wê bi hev re sewqî Girtîgeha Wanê kirin. Li Wanê em 3 rojan di hucreyên yekkesî de man. 10 rojan tu pêdiviyên me nedan. Çop jî nehatin komkirin."    ‘LI GIRTÎGEHAN BINPÊKIRINA MAFAN DIDOME'    Yilmaz, destnîşan kir ku demeke dirêj ew hatin tecrîdkirin û ev tecrîd hîn jî didome. Yilmaz got: "Pirtûkên malbatê dianîn qebûl nedikirin. Yên dihatn, lêgerîna tazî li wan ferz dikirin. Ji xeynî pirtûkên der barê ergenekonê û olî de destûr nedidan pirtûkên din. Her wiha dest datanîn ser ên li qawîşan jî. Bêyî hincet dest danîn ser pirtûka Seher a Selahattin Demirtaş û Kiliç Yarasi (Birîna Şûr) a Ahmet Altan. Hema bêje di 22 mehên li girtîgehê de her roj binpêkirinên mafan çêdibûn. Ev binpêkirin hîn jî didomin."    Yilmaz, bal kişand ser hilbijartinên herêmî û bi bîr xist ku hema bêje 104 şaredariyn DBP'î bi qeyûman hatin desteserkirin û piraniya hevşaredaran jî girtî ne. Yilmaz got: "Her wextê êrîşî siyaseta demokratîk hatiye kirin. Lê belê gel bersiva herî baş daye van êrîşan. Di hilbijartina 24'ê Hezîranê de jî ev yek pêk hat. Lê belê gel bi dengên xwe bersiva xespkirina vînê dan. Li pêş me hilbijartinên herêmî hene. Dê gel bersiveke mezin bide ên şaredarî xesp kirine. Divê em siyasetmedar ji bo vî gelî bibin bersiv. Me tu carî dev ji têkoşînê bernedaye û em ê bernedin jî."    MA / Fethi Balaman