Hirmiyên mexzana vîtamîna ne tên hişkkirin 2018-09-26 09:09:58 AMED - Hirmiyên ku li deverên xwezayî çêdibin û gelek vîtamînan di xwe de dihebînin, ji bo zivistanê jî tên hişkkirin.  Bi payîzê re li gund û bajaran amadekariyên zivistabê dest pê kirin. Hin jê zebzebên çandine hişk dikin û dixin şûşeyan, hin jê jî fêkiyên ji darên baxçeyên xwe jê dikin hişk dikin. Li gundê Eskar ê navçeya Pasûra Amedê, tevî tirî hirmî jî tên hişkkirin. Hirmiyên ku çêdibin, ji daran tên jêkirin, paşê baş tên şûştin û piştî tên filqkirin li ser laçikekê li ber tavê tên raxistin. Hirmiyên piştî çend rojan hişk dibin, ji bo zivistanê tên hilanîn.