Gokçek daxuyand: Ez ê îstifa bikim 2017-10-23 20:30:02   ENQERE – Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Melih Gokçek, piştî hevdîtina bi Serokomar Recep Tayyip Erdogan re daxuyand ku ew ê îstifa bike. Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Melih Gokçek îro bi Serokomar Recep Tayyip Erdogan re hevdîtin çê kir. Piştî hevdîtinê Gokçek li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyand ku ew ê îstifa bike.  'EZ Ê ROJA ŞEMIYÊ ÎSTIFA BIKIM’ Piştî hevdîtinê Gokçek li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev tişt parve kirin: “Min û Birêz Serkomar îro hevdîtinek çê kir. Înşele ez ê roja şemiyê bi awayekî awarte Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê li hev kom bikim, ez ê xatir ji hevalên endamên meclîsê bixwazim û îstifa bikim.” Her wiha îro Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Bûrsayê Recep Altepe jî îstifa kiribû.