ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2018'AN 2018-09-26 09:00:20 * Krîza aborî tesîr li mewîjan jî kir. Cotkar Ahmet Dogan got: "Cotkar tim deyndar e. Çimkî zemên dewlet dike pişta me şikand. Bila dewlet zemê neke, em destekê jî jê naxwazin."  * Alîgirê Hevserokatiya Giştî yê HDP'ê û Berpirsiyarê Polîtîkayên Ked, Aborî û Civakiyî Gunay Kûbîlay der barê hilbijartinên herêî de axivî û destnîşan kir ku divê muxalefeta civakiyî bê cem hevdu.    * Hirmiyên ku li deverên xwezayî çêdibin û gelek vîtamînan di xwe de dihebînin, ji bo zivistanê jî tên hişkkirin.    * Li herêmê şopên şewatên ji ber operasyonên leşkerî ên li qadên daristanî çêbûn, her çend di ser re sal derbas bûbin hîn jî dixuyên.    * Hevşaredarê Şemzînanê Seferî Yilmaz, diyar kir ku dema wî dibirin girtîgehê polîsan wesayîta tê de bû kişandin cihekî tena û gule berdan hewayê. Yilmaz got: "Dixwestin peyama em dikarin te bikujin bidin."    * Li Licêya Amedê hema bêje tim û tim "qedexeya derketina derve" tê îlankirin. Ji ber vê yekê jiyana li navçeyê veguheriya jiyaneke kabûsî. Welatiyên li gundên navçeyê ku hema bêje nikarin ji malên xwe derkevin, behsa vê rewşê kirin.    * Qeyûm wêneyên kuçeyên Cizîrê bi şev dikişîne û çapemeniya berbelav jî wan diweşîne û dibêje "Cizîr guheriye". Lê belê wêneyên biroj hatin kişandin wêneyên qeyûm ên êvarî kişandine diderewîne. Saleke her derê kuçeyan înşeat e û ji ber toz û çopê kes nikare tev bigere.    * Rojnameger û pisporên medyayê, pêşnûmeya astengkirina li ser medyayê ku dê bi destê RTUK’ê bikeve meriyetê nirxandin û diyar kirin ku bi vê yekê dê Tirkiye di warê sansurê de bibe welatê yekemîn.   * Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel dê li 10'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Mêrsînê bê dîtin. (10.30)   * Wekîlê Serokên Koma HDP'ê Ayhan Bilgen, bi boneya geşedanên di nava hefteyê de binirxîne dê li NAvenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê pêk bîne. (11.00)   * Navenda Giştî ya ÎHD'ê dê rapora tekildarî guhertinên zagonên efû û cezayan bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re parve bike. (11.00)   * 6'emîn Fuara Pirtukan a TUYAP'ê li Amedê berdewam dike.