Bi milyonan dê 7/24 saetan bên şopandin 2018-09-26 08:29:06   NAVENDA NÛÇEYAN - RTUK'ê, rêziknameya ku sansûr û reşkirinê datîne ser weşanên Radyo-Tv û înternetê, tevî nerazîbûna endamên CHP'î jî dîsa qebûl kir. Li gori vê rêziknameyê dê radyo, tv û bi milyonan kesên li ser înternet û medya civakî hesabê wan hene dê bên hefteyê 24 saetan bên şopandin.    Lijneya Bilind a Radyo Televîzyonê (RTUK), rêziknameya ku sansûr û reşkirinê datîne ser weşanên Radyo-Tv û înternetê, tevî nerazîbûna endamên CHP'î jî dîsa qebûl kir û şand ji Serokmariyê re. Piştî vê guherîne dê hemû televizyon, radyo û hemû kesên li ser tora înternetê digerin dê kêlî bi kêlî bên şopandin. Li gori vê rêziknameyê dê radyo, tv û bi milyonan kesên li ser înternet û medya civakî hesabê wan hene dê bên hefteyê 24 saetan bên şopandin.  Endamê CHP'ê Îlhan Taşci, bertek nîşanî vê yekê da û diyar kir ku ev Deqkirina qada Dijîtal e û ev li dijî Zagona Parastina Daneyên Tekakesî ye.