‘Ji bo azadiya Ocalan em ê hîn bêtir bitêkoşin’ 2017-10-23 18:39:43   STENBOL – Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Cengiz Çiçek, balê kişand tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Ji bo azadiya Ocalan em ê ji niha û pê ve hîn bêtir bitêkoşin.” Platforma Saziyên Demokratîk a Stenbolê, duh xwest li Qada Khalkedon a Kadikoyê, der barê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyaniyekê bide. Lê belê polîsan mudaxileyî daxuyaniyê kir. Platformê îro bi daxuyaniyekê ev yek şermezar kir. Daxuyanî li avahiya HDP’ê ya bajêr hat dayin. Di daxuyaniyê de Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Esengul Demir, mudaxileya polîsan şermezar kir. Demir, anî ziman ku dema wan xwestiye bi polîsan re müzakereye bike, êrîşî wan hatiye kirin û hatine binçavkirin. Demir, got ku 6 saetan di wesayîta polîsan de destê wan ji paşve kelemçekî hatine sekinandin û di wê kêliyê de polîs heqaret li wan kirine. Her wiha Demir got ku hevalek wan jî hatiye derbkirin. 'XWEDÎDERKETINA LI OCALAN ÎKTÎDARÊ DITIRSÎNE’ Piştî Demîrê, Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Cengiz Çiçek axivî. Cengiz anî ziman ku li vî welatî çi biguhere jî, lê polîtîkayên li hemberî kurdan, sosyalîstan naguhere. Çiçek, diyar kir kul i vî welatî rastiyeke kurdan heye û wiha got: “Di navenda vê pirgirêkê de Ocalan heye. Ocalan ne kesek e, hemû gel wî wek rêberekî qebûl dikin. Dema mesele jiyana şexsekî wisa be, em sazî bêdeng namînin.” Çiçek, dest nîşan kir ku ji bo azadiya Ocalan ew ê ji niha û pêve hîn bêtir bitêkoşin.