HDP’ê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Patnosê ji Wezîrê Dadê pirs kir 2018-09-25 15:49:40   AGIRÎ - Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Murat Sarisaç, binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê tên jiyîn ji Wezîrê  Dadê Abdulhamît Gul pirsî.   Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Wanê Mûrat Sarisaç, binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê tên jiyîn bir Meclîsê. Sarisaç ji bo Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bi bersivînê pêşniyar pirs da Meclîsê. Sarisaç di pêşniyar pirsa da de wiha got: “Binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî girtiyan tên jiyîn tim dikeve rojeva raya giştî de. Bi awayekê pergalê girtî rastî muameleyên xerab tên.”   Sarisaç, di pêşniyar pirsa xwe de cih da binpêkirinên mafan ên girtiyan di nameya şandibûn de nivîsandibûn û ev pirs kirin:    "*Gelo agahiya Wezareta Dadê ji mûameleyên xerab û binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîp L a Patnosê tên jiyîn heye?    *Gelo wezareta we mûameleyên xerab û binpêkirinên mafan ên girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê diyar kirin, dinirxîne. Cihê van binpêkirinan di hiqûqa neteweyî û navneteweyî de hene?    *Gelo we derbarê binpêkirinên mafan ên di vê girtîgehê de lêkolîn kirin?    *Ji bo pêşîlêgirtina van binpêkirinan, gelo plan û tedbîrên we hene?"