Di doza dînk de heyet hat guhertin 2018-09-25 15:05:23   STENBOL - Danişîna doza Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dink li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê pêk hat. Heyeta doza cînayetê Hrant Dink hat guhertin. Heyetê piştî li daxwaza parêzeran guhdar kir ji bo biryara navbere bide doz taloqî roja înê kir.    78'emin danişîna doza cînayetê Gerînengeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dink li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê berdewam hat dîtn. Di danişina doza cînayetê Dînk de ku 6 jê girtî 85 peywirdarê cemaweriyê tên darizandin, bi heyeta nû ya dadgehê dest pê kir. Di danişîna dozê de bersûcên girti bi riya SEGBİS'ê tev li danişînê bûn. Dîsa bersûcê ku rastî cezayê malê hatiye Alî Oz û parêzerê wî amade bûn.  Bi biryarnameya Lijneya Dozger û Hekîman (HSK) a 19'ê Îlona 2018'an  hat îlankirin, li şûna Serokê heteya dadgehê Alî Îhsan Horasan, Endamê Dadgeha 25'emîn a Cezayê Giran a Stenbolê Emre Efe Şîmşek peywirdar bû. Efe Şîmyek berê li doza rojnameger Murat Aksoy û müzisyen Atilla Taş jî di navde 29 rojnamegerên ji doza "FETO" dihatin darizandin dineri.    Serokê heyeta dadgehê Şimşek, bi sedema heyeta dadgê hatiye guhertin biryar da ku di rûniştina pêş de li bersûc û şahidan guhdar bike. Heyetê piştî li dozgeran jî guhdar kir biryar da ku bersûcên girti dîsa girtî bên darizandin.  Pararêzekên bersûcan jî daxwaza tahliyeya muwekilê xwe xwestin.    Piştî daxwaza parêzer û dozgeran heyeta dadgehê biryar da ku dozê taloqî roja înê bike. Heyetê doz taloqî roja înê kir.