SES: Çav berdane 3 qurişê bêrîka me 2018-09-25 14:25:26   ÊLÎH - Endamên SES'ê ji sedî 60 "Para rizandinê" ku bi Zagonên Torbe hat diyar kirin îtîraz kirin. Hevserokê Şaxa SES'ê ya ÊLihê Denîz Topkan, anî ziman ku rayedar krîzê hincet nîşan didin û çav berdane 3 qurişê di bêrîka wan.    Endamên Şaxa SES'ê ya Êlihê, zagona ji sedî 60 "Para rizandinê" ku di çarçoveya Zagonen Torbe de der barê xebatkarên tenduristiyê de derket, di meha tîrmehê de li meclise hatibû qebûlkirin. Endamên SES'ê li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Herêmê ya Êlihê daxuyanî dan û nerazîbûnên xwe anîn ziman. Endamên SES'ê pankartên "Para rizandinê mafê me ye" bilind kirin û daxuyani dan. Hevserokê Şaxa SES'ê Deniz Topkan, diyar kir ku wan krîz ava nekiriye û berpirsiyarên krîzê jî ne ew in. Topkan, anî ziman ku hikûmet krîzê hincet nîşan dide û keda wan desteser dike û wiha got: "Çavê xwe berdane 3 qurişê bêrîka me. Patronên ku krîzê firsend dibînin, dest datinin ser heqê me yê mesaiyê. Lê em dibejin sedema krîzê ne em in. Berpirsiyarê krîzê jî ne em in. Em dest ji mafê xwe jî bernadin. Di qada me ya xebatê de gelek talûkeyên civakî, derûnî, fîzîkî, kîmyewî û biyolojik hene. Em xizmetkarên tenduristiyê di bin rîskekî mezin de kar dikin. Em mafê xwe nadin û em dê li mafê xwe xwedî derkevin. Em destûr nadin ku ev zagon bi vî rengî têkeve meriyetê."