Salek 11 meha û 12 roj cezayê girtîgehê dan Ferhat Tunç 2018-09-25 14:13:15   STENBOL - Danişîna biryarê ya doza Ferhat Tunç a bi hinceta parvekirinên medya civakî derbarê wî de hatibû vekirin, hat dîtin. Dadgehê 1 sal 11 meh û 12 roj cezayê girtîgehê da Ferhat Tunç û ceza taloq kir. Tunç di parastina kir de got, ewê hemû baweriyên xwe bi dengekê bilindtir bîne ser ziman.   3’yemîn Danişîna doza Ferhat Tunç a bi hinceta parvekirinên medya civakî yên dinavbera salên 2015 û 2016’an de, bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” hatibû vekirin, li Dadgeha Cezayê Giran a 36’emîn a Stenbolê hat dîtin. Tunç û parêzerên wî, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Garo Paylan û Huda Kaya û gelek kes beşdarî danişînê bûn.    DOZGER MUTALEYA XWE DUBARE KIR   Dozger berî danişînê mutaleya xwe dubare kir. Dozger bi îdîya “Li ser hev propagandeya rêxistinê kirin” xwest Tunç bê cezakirin. Ji ber ku dozger mutaleya xwe dubare kir, Tunç jî parastina mafê xwe yê esas kir.    ‘ARMANÇ BÊDENGKIRINA HUNERMENDAN E’   Tunç, di parastina xwe de wiha got: “Hûn nikarin huner û hunermendan di yek bîrdoziyê de hepis bikin. Ji ber ku wijdana civakêne divê  neyên darizandin. Hûn nikarin hunermend û ronakbîran bê deng bikin. Armanç bêdengkirina hunermendane. Ew hunermendên ku hûn dixwazin bêdeng bikin, bi sedsalan bi eserên xwe dijîn.”   ‘EM NIKARIN RASTIYÊ ÎNKAR BIKIN’   Tunç, diyar kir ku hikûmeta berî çend salan qebûl kir ku pirsgirêka Kurd bi şer nayê çareser kirin, piştî guhertina polîtîkayên rojane vê çare ev yek înkar kir û wiha pê de çû: “Ji ber ku min pesnê kesên li dijî rêxistina herî hovane ya cîhanê têkoşiyan da, ne poşmanim.”    ‘BI DESTÛRA WALÎTIYA RIHA ÇÛM KOBANÊ’   Tunç, da zanîn ku ew hunermendekê ku pêvajoya Kobanê ji nêz de dişopand û wiha domand: “Min stran li ser Kobanê çêkirin. Di êrîşa li ser Kobanê de ez li herêmê bûm. Çav û guhê hemû cîhanê li ser Kobanê bûn. Ez wê demê derbasî Kobanê bûm. Min hefteyekê şahidiya şerê  li wê derê kir. Min ev şahidiya xwe ji hemû medyayên welat û derveyî welat re nivîsand û vegot. Wê emê ez bi destûra Walîtiya Rihayê çûm Kobanê. Walî destûra fermî da min. DAIŞ’ê jin direvandin, di bazarên koleyan de difirotin û mirov serjê dikirin. YPG û YPJ’ê li dijî vê hêza herî hovane parastina gel kir. Piştî polîtîkayên rojane hatin guhertin, ew mîna ‘terorîst’ îlan kirin. Wile yê ku Serokê PYD’ê Salih Muslîm vexwend Enqerê ne ez bûm, dewlet bi xwe bû. Çima hûn dewletê nadarizînin. Ez hunermendekin, ne mecbûrim mîna desthilatdariyê bifikirim.    Tund, derbarê parvekirinên medya civakî yên têkildarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de jî wiha parastin kir: “Bi mîlyonan mirov Ocalan weke rêberê xwe qebûl kiriye. Her ku diçe fikarên derbarê wî de zêdetir dibin. Min di parvekirinên xwe de xwestiya tecrît bi dawî bibe. Madem ku derbarê Rêvebertiya Ocalan de guman hebûn, wê demê çima raydarên hikûmet û dewletê, li Gireva Îmraliyê bi dehan car çûn hevdîtinê û ev bingeha xwe ji çi digire? Dewlet û hikûmetê weke nûnerekê gelê Kurd bi Ocalan re hevdîtin kirin. Lê rastiyek heye hin rêber hene xwe li ser gelan ferz dikin, lê hin rêber jî gelan ava dikin.”   1 SAL 11 MEH Û 12 ROJ CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ LI TUNÇ HAT BIRÎN   Piştî parastina Tunç û parêzerê wî Ercan Kanar, şandeya dadgehê ji bo biryardayînê navber da. Şandeyê piştî navberê, bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” 1 sal 11 meh û 12 roj cezayê girtîgehê da Tunç û ceza taloq kir.