'Heta CPT bi Ocalan re hevdîtin bikin çalakiyên me dê bidomin' 2017-10-23 17:26:49     STRASBOÛRG - Heyeta ku li ser navê 63’ê sazî û partiyên kurdan hat avakirin û bi rêveberiya CPT'ê re hevditin kir, diyar kir ku rêvberiya CPT anîye ziman ku dê serlêdana wan a bo çûna Îmraliyê li ber çavan bigirin, lê nikarin tiştekî aşkere bikin. Endamên heyetê diyar kirin ku heta CPT biçin bi Ocalan re hevdîtin bikin dê çalakiyên xwe berdewam bikin.    Bi sedan nûner û rêveberên partî, rêxistin û saziyên çar perçeyên Kurdistanê û Ewropa, bi armanca balê bikişînin ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi Ocalan re hevdîtin pêk bê, li ber avahiya Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya girêdayî Konseya Ewropa (KE) ya li Strasbourgê çalaki pek anîn. Girseya ku li vir kom bûn, çalakiya rûniştinê pêk anî û li ser navê 63 partî û rêxistinên kurdan heyetek hat avakirin û bi Rêveberiya CPT'ê re hevdîtin pêk anîn.  Heyeta ku ji Parlementera HDP’ê Tûgba Hezer, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Gel a Ewropa (KCDK-E) Yuksel Koç, nûnerên YNK’ê û Goran a ji 5 pêk dihat, bi rêveberên CPT’ê re hevdîtinek pêk anîn.   Hevserokê KCKD-E’yê Yuksel Koç, piştî hevdîtinê agahî da û diyar kir ku li ser navê saziyên Kurd, Tirkiyeyî, Asûrî û Sûryanî jî di nav de li ser navê 63 saziyan hevdîtin pêk anîne. Koç diyar kir ku 2 rêveberên CPT’yê ew pêşwazî kirine û diyar kirine ku dê vê daxwaza wan li ber çavan bigirin û binirxînin. Koç, anî ziman ku heta heyetek li gel Ocalan hevdîtinê bike wê çalakiyên xwe berdewam bikin.  Koç destnîşan kir ku dixwazin gelê Kurd bixapînin û di rewşa heyî de CPT ji bo polîtîkayên qirêj ên AKP’ê dibe destekê. Koç bibîr xist ku ev demeke dirêj e ne parêzer û en jî malbat bi Ocalan re hevdîtin pêk aniye.    Parlemetera HDP’ê Tûgba Hezer jî bal kişand ser nûçeyên provakatîf ên di çapemeniya Tirk de balav bûne û diyar kir ku heta têkildarî vê mijarê agahiyek zelal û pê bawer bê dayîn wê çalakiyên xwe nerawestînin. Hezer anî ziman ku CPT’ê gotine bi mijarê ve eleqedar in. Hezer, destnîşan kir ku heta ev mijar bi encam bibe divê çalakî qet neyên rawestandin, berxwedan dewam bike. Hezex bilêv kir ku ew dê çalakiyên xwe bêtir xurt bikin û her roj bêtir dengê xwe bilind bikin heta encamê bistînin. Hezer, anî ziman ku ew dê di pêşengiya jinan de çalakiyên xwe xurttir bikin da ku heyet biçe Îmraliyê û ji Ocalan agahiyên saxlem bistînin.