‘Li Girtîgeha Patnosê ji ava muslixan bêhna lexemê tê’ 2018-09-25 12:07:42       NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê, diyar kirin ku ji ava muslixan bêhna lexemê tê û gelek hevalên wan ji ber avê jêhrî bûnê. Me xwe gihand rayedarên girtîgehê û wan jî bêhna ji avê tê piştrast kirin.   Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê, bi nameyekê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê tên jiyîn ragihandin.    Girtiyan di nameya şandin de binpêkirinên mafan ên li girtîgehê tên jiyîn wiha rêz kirin: “Pirsgirêkên tendurisiyê zêdetir bûne û nexweşiyên girtiyan pir pêşketin e. Rewşa hin hevalên me pir lezgîn e. Lê hevalên me nabin nexweşxanê û wan derman nakin. Di heman demê de, bijîşk li revîra girtîgehê tuneye û bi heman hevalên me darnaxin revîrê. Pirsgirêka me ya avê pir cîdiye. Ji Ava muslixan bêhna lexemê tê. Bi dehan car gelek hevalên me ji ber avê jehrî bûn. Hevalên me yên jehrîbûn û rakirin nexweşxanê ji wan re gotin ‘ji ber avê hûn jehrî bûne.’ Lê ligel vê yekê jî rayedarên girtîgehê tu tişt nekirin. Hevalên me yên nû tên Girtîgeha Patnosê, bi darê zorê di lêgerîna tazîre derbas dikin. Îşkencê bi wan dikin, wan derp dikin û di hucreyên yek kesî de wan tecrît dikin. Êrîş û heqaretên rûmeta mirovan bişkînin, li girtiyan dikin. Dest datînin ser radyoyên me û êdî nadin me. Bi awayekê keyfî rojnameyan nadin me. Bi tu awayî daxwazên me qebûl nakin û bi demê re dihêlin. Destûrê nadin em di qadên civakî de bên gelhev û aktîvîteyên xwe yên civakî pêk bînin. Kapasîteya qawîşan 16 kesin, lê heya 32 kesan jî dixwin yek qawîşê de.”   Girtiyan di serî de bang li parêzer, parlamenter, parazvanên mafên mirovan û rêxistinên mafên mirovan kirin ku girtîgehê ziyaret bikin û biçin serdana wan.    Li aliyê din, me xwe gihand rayedarên girtîgehê û wan jî bêhna ji avê tê piştrast kirin, lê derbarê girtî birina nexweşxaneyan de tu agahî nedan.